Şervanê YPG'ê Bozo li Pirsûsê spartin axê

Şervanê YPG'ê Bozo li Pirsûsê spartin axê

Şervanê YPG'ê Orhan Bozo ku duh li Kobanê di şer de birîndar bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, li goristana Şaredariya Pirsûsê bi girseyî hat definkirin. Nûnerê MEYADER'ê Medenî Aktar diyar kir ku Bozo li ser sînor 3 saetan hatiye rawestandin û ji ber xwîn winda kiriye, jiyana xwe ji dest daye. 

Şervanê YPG'ê Orhan Bozo ku duh di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de birîndar bû û rakirin nexweşxaneya Pirsûsê, ji ber ku zêde li ser sînor hat sekinandin, xwîn winda kir û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Bozo îro ji Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hat wergirtin û bi girseyî li Goristana Şaredariya Pirsûsê hat veşartin. Girseya ku cenaze ji nexweşxaneyê wergirtin, darbesta Bozo bi ala YPG'ê pêçand li ser milan heta goristanê meşiyan. Di merasimê de nûnerê MEYADER'ê Medenî Aktar, Hevseroka Meclîsa Kantona Kobanê Eyşê Efendî, Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Kobanê Fevziye Abdî, Endamê Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Fariz Atî, endamên Hewldana Hunera Azad, malbatên şervanên YPG/YPJ'ê û gelek kesên din amade bûn. 

Di merasîmê de girseyê bê navber dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Berxwedana Kobanê", "Bijî berxwedana YPG/YPJ'ê" qîriya. Cenazeyê Bozo piştî nimêj li ser hat kirin, bi girseyî hat definkirin. Piştî definkirinê rêz hat girtin û axaftin hatin kirin. Di axaftinan de Nûnerê MEYADER'ê Medenî Aktar diyar kir ku Bozo li ser sînor 3 saetan hat rawestandin û ji ber li ser sînor xwîn winda kir jiyana xwe ji dest da. Aktar xwest êdî ev pêkaninên kêfî bi dawî bibe. 

Endamê Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Fariz Atî jî anî ziman ku vîna gelê Kurd sînor ji holê rakir û bi xwîna cangoriyan yekîtiya Kurdan ava bû. Atî da zanîn ku xwediyê her tiştî cangorî ne û ew deyndarên cangoriyê xwe ne. Piştî axaftinê dua hatin kirin û girse belav bû.