Şervanê YPG'ê bêyî tedawiya wî bi dawî bibe hat girtin
Şervanê YPG'ê bêyî tedawiya wî bi dawî bibe hat girtin
Şervanê YPG'ê bêyî tedawiya wî bi dawî bibe hat girtin
Şervanê YPG’ê Selahattîn Dîlek ê li Kobanê li hember çeteyên DAIŞ şer dikir birîndar bû, li Pirsûsê dihat tedawîkirin bêyî tedawiya wî bi dawî bibe ji aliyê polîsan ve li nexweşxaneyê hat binçavkirin. Dîlek ku 4 rojan di bin çavan de ma bi sedema “Berpirsiyarê PKK’ê yê herêma Amedê ye” ji aliyê dadgehê ve hat binçavkirin.
Şervanê YPG’ê Selahattîn Dîlek ê li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ şer dikir birîndar bû, piştî li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê emeliyat bû, bi sedema “Berpirsiyarê PKK’ê yê Amedê ye” ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Dîlek ê bi nûçeyên ji aliyê emniyetê ve hatin servîskirin piştî hat binçavkirin ji aliyê Midûriyeta Şaxa TEM’ê ya Amedê 4 rojan hat jêpirsînkirin.
Piştî jêpirsînê Dîlek îro bêyî tedawiya wî bi dawî bibe sewqî Dozgeriya Komarê ya Amedê hat kirin. Piştî dozgeriyê Dîlek bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya 1. a Sulh Ceza ya Amedê hat kirin.
Dîlek li dadgehê sûcdarî qebûl nekir û got ku PYD’yî ye û 24 roj in li Kobanê li hember çeteyên DAIŞ şer dike.
Dîlek di îfadeya xwe de got ku nayê bîra wî bê di kîjan demê tevlî PYD’ê bûye û PKK’yiyê bi nasnav Sofî nas nake.
Dadgehê biryara girtina Dîlek da.
LI DÊRIKA ÇIYAYÊ MAZÎ 4 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Di vê navberê de li Dêrika Çiyayê Mazî bi îdîaya tevlî çalakiyên şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ bûne 2 jê zarok 4 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê di çarçoveya lêpirsîna Dozgeriya Komarê ya Dêrika Çiyayê Mazî têkildarî çalakiyên şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ 4 kes ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Onur Kaya (18), Cano Abdan (24), C.T. (16) ve M.Ş.S. (17) piştî karûbarên wan ên binçavkirinê sewqî dozgeriyê hatin kirin.