Şervanê YPG’ê Bayhan ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin

Şervanê YPG’ê Bayhan ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Ferdî Bayhan ê li Serêkaniyê di şer û pevçûna di navbera hêzên YPG û çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin.

Cenazeyê Ferdî Bayhan (Rizgar Rojyar Jiyan) ê YPG’î li Serêkaniyê di şer û pevçûna navbera şervanên YPG û çeteyên DAIŞ’ê de di 15’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin. Cenazeyê ji Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Licê hate wergirtin bi konvoyeke birin Şehîdgeha Şehîd Harûn. Cenazê Bayhan ê bi ala YPG’ê hate pêçandin di ketina goristanê de bi ser milan birin goristanê. Parlamentera HDP’ê Nursel Aydogan, rêveberên HDP, DBP, nûnerên MEYA-DER’ê yên Amedê, hevşaredar jî di nav de bi hezaran kes beşdarî merasîma cenaze bûn. Di meşê de “Bijî berxwedana Kobanê” “Şehîd nemirin” “Kurdistan wê ji bo DAIŞ’ê bibe goristan” hatin berzkirin.

Piştî rêzgirtinê Parlamenter Nursel Aydogan axivî û got ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê di roja 36’emîn de berdewam dike û ev du sal in jî li hemberî Kobanê êrîş hene. Aydogan bilêv kir ku li bajarê Serêkaniyê yê Rojava berxwedaneke mezin heye û ev vê berxwedanê silav dikin û wiha got: “Berxwedana Kobanê berxwedana mirovahiyê ye. Ez kesên wekî şehîd Suphî li dijî hêzên emperyalîst şer dikin li vir silav dikim. Çeteyên DAIŞ’ê ku li Musilê bi çekên dema Sedam mane desteser kirin li Sûriyeyê jî bi çekên Esad ve fikiriye wê Kobanê dagir bike. Kobanê neket û wê nekeve.” Aydogan destnîşan kir ku yekîtiya neteweyî ya Kurdan girîng e û ev tişt anî ziman: “Berxwedana Kobanê hiştiye ku gelê Kurd bê ba hev. Berxwedana Kobanê ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve nehatiye fêmkirin. Lê îro hemû cihan Kobanê nas kiriye. Hikûmeta AKP’ê derdikeve dibêje wê Kobanê bikeve. Lê Kobanê neket û wê tu caran jî nakeve. Heta ku zarokên qehreman ên gelê Kurd hebin Kobanê û Serêkaniyê bigihîje azadiyê. Şoreşa Kobanê wê bibe şoreşa azadiya gelê Kurd.”

Piştre Hîkmet Bayhan axivî û wiha got: “Ev şehîd şehîdê me hemûyan e. Şehîdê çar parçeyên Kurdistanê ye.”

Piştî merasîmê wecîbeyên olî hatin bicih anîn û Bayhan hate definkirin. Girse piştre ji bo sersaxiyê çû Mala Şînê ya Mizgefta Mumînagayê.