Şervana YPJ'ê Viyan jiyana xwe ji dest da

Şervana YPJ'ê Viyan jiyana xwe ji dest da

Şervana YPJ'ê Diyale Viyan a di şerê li Kobanê de birîndar bû û li Rihayê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.

Şervana YPJ'ê Diyale Viyan a li Kantona Kobanê di şerê navbera çeteyên DAIŞ'ê û şervanên YPG/YPJ'ê de birîndar bû û di şeva 6'ê Cotmehê de ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê anîn Rihayê, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Viyan ku ji bo otopsiyê anîn Saziya Tipa Edlî ya Rihayê, li dû otopsiyê, ji ber malbata wê hînê nehatiye dîtin wê cenazeyê wê careke din rakin Morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan.