Şervana YPJ’ê Seyran Er ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Şervana YPJ’ê Seyran Er ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Şervana YPJ’ê Seyran Er ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin

Cenazeyê şervana YPJ’ê Seyran Er (Zenga Zuhal) a di şer û pevçûnên li Kobanê dijî çeteyên DAIŞ de jiyana xwe ji dest da li Qoserê bi tevlîbûna hezaran kesî hat definkirin.
Cenazeyê şervana YPJ’ê Seyran Er (Zenga Zuhal) a di şer û pevçûnên li Kobanê dijî çeteyên DAIŞ jiyana xwe ji dest da, piştî ji Saziya Tiba Edlî ya Riha hat girtin, di ketina navçeya Qoserê ya Mêrdînê de ji aliyê hezaran welatiyan ve hat pêşwazîkirin. Piştî nimêja cenaze ya li mizgefta li Taxa Tepebaşi, darbesta Er bi alên kesk û sor û zer hat xemilandin, ji aliyê bi hezaran ve li milan birin Goristana Mezopotamya ya li Taxa Koçhisarê.
Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Seyran Er a YPJ’yî hatin hildan û dirûşmayên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Kobanê wê ji bo DAIŞ bibe gor” gotin.
Piştî kar û barên definkirinê Hevseroka DBP’ê ya Bajarê Mêrdînê Hasîbe Mengirkaon ku axivî, diyar kir koletiya 5 hezar salan a li hember jinê bi saya Ocalan rabûye û jinan jî di têkoşîna azadiyê de hemû demê di refên pêş de cih girtine. Mengîrkaon diyar kir wê ciwan, jin û yên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ti carî ji bîr nekin û bi gotina “Şehîd namirin” axaftina xwe bi dawî kir.
Bavê Er a YPJ’yî Mehmet Er jî wiha got: “Em ê şehîdên Kobanê bi tenê nehêlin. Keça min ji bo gelê xwe têkoşîna azadiyê meşand. Ew şehîda me hemûyan e.” Dayika Er, Perîhan Er jî got: “Serê Abdullah Ocalan sax be. Me tenê yek şehîd neda, me gelek şehîd dan. Keçeke min niha ji bo azadiya gelê xwe li Kobanê ye.”
Piştî axaftinan li Malagel a Şêx Dawid Yalçinkaya ya li Taxa Ersoylu serdanên sersaxiyê hatin qebûlkirin.