Şervana YPJ’ê Ekîncî li Êlihê, şervanê YPG’ê Bulut Pasûrê spartin axê

Şervana YPJ’ê Ekîncî li Êlihê, şervanê YPG’ê Bulut Pasûrê spartin axê

Fermandara YPJ’ê Yahanus Ekîncî, li Êlihê, şervanê YPG’ê Firat Bulut jî li navçeya Pasûr a Amedê ji aliyê dehhezaran ve ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin.

Cenazeyê Fermandara YPJ'ê Yuhanus Ekincî (Gulan Çekdar) ku di şerê 7'e Cotmehê yê Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê 50 hezar kesan ve hat definkirin.

Şerê YPG/YPJ'ê yê li dijî êrîşên DAIŞ'ê di roja 25'an de berdewam dike. Di şerê Kobanê yê 7'ê Cotmehê de Fermandara YPJ'ê Yuhanus Ekincî (Gulan Çekdar) jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Ekincî anîn Êlihê û bi girseyî spartin axê. Malbatê piştî otopsiya li nexweşxaneya Saziya Tipa Edlî ya Amedê cenaze wergirtin û bi karwanek mezin anîn Elihê. Cenazeyê Ekincî di ketina Êlihê de bi girseyî hat pêşwazîkirin. Girseya ku li Tesîsên Bardakçilarê civîyan, cenaze wergirtin û derbasî taxa Baglarê bûn.

Bi 10 hezaran kes herikîn nava bajar û beşdarî meşa cenaze bûn. Cenazeyê Fermandara YPJ'ê Ekincî bi girseyî birin malbata wê ya li Taxa Baglarê. Nêzî 30 hezar kesên li ber malbatê kom bûn, darbesta Ekînci danîn ser milê xwe u meşiyan Goristana Esrî. Di meşê de hêjmara girsê gihişt 50 hezar kesan. Di meşa cenazeyê YPJ'ê de Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Hevserokê DBP'a Êlihê Serdar Atalay, Hevşaredarên Êlihê Meclîsa Dayikên Aştiyê û nûnerên saziyên sivîl amade bûn. Di meşê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, posterê YPJ'ê Ekincî alên PKK, KCK û YPG hatin bilindkirin. Girsê di meşê de "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî berxwedana YPG", "Kurdistan de ji DAIŞ'ê re bibe goristan" û "Şehit namirin" gotin.

Dema girse li pişt ambulansê di ber Girtigeha Tîpa M a Êlihe re derbas bû, dengê dirûşmayan bilindtir kirin. Pişti meşa 3 saetan girse gihişt  goristanê.

Jinan darbesta Ekîncî ku bi alên PKK, KCK û YPG'ê hatibû pêçan danîn ser milê xwe û birin ser gorê. Dema cenaze hat definkirin girse bê navber sloganên "Şehîd namirin" gotin. Piştre bi srûda "Çerxa Şoreşê" rêz girtin. Pişti cenaze spartin axê Serokê MEYA-DER'ê Şukru Baytar, ji malbatê û YPJ'e re sersaxi xwest

Dayika YPJ'ê Ekinci Muhterem Ekinci, spasiya xwe ji bo tevlîbûne anî ziman. Parlamentera HDP'ê ya Elihê Ayla Akat Ata jî anî ziman ku gel bi vê xwediderketina cenaze Komploya 9'e Cotmehê pûç kiriye

Merasîm piştî axaftinan bi dawî bû. Sersaxî ya ji bo YPJ'ê Ekînci li Taxa Beşevlerê bê qebûlkirin.

FIRAT BULUT LI PASÛRÊ HAT DEFNKIRIN

Firat Bulut (Saît Duzcu) ê YPG’î yê di berxwedana Kobanê de di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da li gundê Tepecîkê yê Pasûrê bi dirûşmayan hate definkirin.

Firat Bulut (Saît Duzcu) ê YPG’î yê li kantona Kobanê di şer û pevçûnên navbera YPG û çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da li gundê Tepecîkê yê Pasûra Amedê hate definkirin. Cenazeyê Bulut serê sibehê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê piştî otopsiyê hate wergirtin û ber bi Pasûrê derxistin rê. Li mîzgefta navçeyê wecibeyên olî hatin bicihanîn û bi meşeke 2 kîlometreyan birin gund. Li gund piştî merasîma cenaze Parlamentera HDP’ê ya Amedê axaftineke kurt kir û ji bo gelê Kurd û malbatê sersaxî xwest.

 Piştî axaftina Aydogan girse çû konê sersaxiyê ya ji bo Bulut hatiye danîn.