Şervana YPJ'ê Bişeng: Ji bo sivîlan korîdora şert e

Şervana YPJ'ê Bişeng: Ji bo sivîlan korîdora şert e

Şervanên YPG’ê ku li Kobanê kontrol kirin destê xwe, darbeyên giran li DAIŞ’ê dixin. Şervana YPJ’ê Bişeng ku mewziyên xwe li gorî şertên zivistanê amade dike, got, "Em dikarin di bin kevirekî de jî bijîn. Yekane derdê me sivîl in, ji bo alîkariya wan korîdor şert e."

Hêzên YPG-YPJ’ê li her sê eniyên Kobanê jî darbeyan li çeteyan dixin.

LI HER ALIYÊ ENIYÊ ŞER BI HEMAN RENGÎ YE

Li Kantona Kobanê, di encama êrîşên ku çeteyên DAIŞ’ê dane destpêkirin, li eniya Rojhilat şer û pevçûn di nava bajar de, li eniya başûr li taxên kêlekê yên Kobanê û gundê Memîdê û li aliyê Rojava jî li derveyî bajar didomin.

Şervana YPJ’ê Bîşeng diyar kir ku hatina zivistanê ji bo wan ne pirsgirêke û wiha got: “Em dikarin di bin koka darekê de, di bin kevirekî de jî bijîn. Lê rewşa gelê sivîl ne wisa ye.Yên li viri zarok, jin û extiyar in. Divê ji bo wan tiştek bê kirin. Tenê derdê me sivîlin. Şerte ku korîdora alîkariyê vebe."

MIN SOZ DA KEÇA XWE

Hecî Faruk yê 53 salî diyar kir ku ev salek û nîv e li her qadê li rex YPG’ê di nava şer de cih girtiye û bi keça xwe Perwîn Xurxurê re li eniya berxwedanê cih digire. Faruk got: “Min û keça xwe soz daye hev. Heta dilopa dawî ya xwîna me em ê têbikloşin.”