Şervana YPG’ê Viyan li Amûdê bi girseyî tê birêkirin
Şervana YPG’ê Viyan li Amûdê bi girseyî tê birêkirin
Şervana YPG’ê Viyan li Amûdê bi girseyî tê birêkirin
Cenazeyê Şervana YPG’ê Viyan Dirbêsiyê ku di encama qezayê de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê hezaran kesî ve bi dirûşimên ber bi Goristana Şehîd Rustem Cûdî ve hate birêkirin.
Li bajarê Amûdê ji bo şervana YPG’ê Raxîda Mihemed Kûtê Nebî ya bi nasnav Viyan Dirbêsiyê ku dema peywirê xwe dikir, di encama qezayê de jiyana xwe ji dest dabû meşek hate lidarxistin. Bi hezaran kes danê sibê li ber navenda tendurîstiyê ya Amûdê kom bûn û cenazeyê Viyan Dirbêsiyê li ser milan heta Navenda Ciwanên Şoreşger bi meşê birin.
Di meşê de bênavber dirûşmeyên ku dilsoziya bi cangoriyên Kurdistanê re tînin ziman hatin berzkirin. Di merasîmê her wiha alên YPG’ê û posterên Viyan Dirbêsiyê hatin rakirin.
Piştî merasîma girseyî cenazeyê Vîyan Dirbêsiyê ji bo ku bê definkirin ber bi Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê girêdayî bajarê Dirbêsiyê ve hate oxirkirin.
Cenazeyê şervana YPG’ê piştî li navenda Dirbêsiyê jî merasîmek hate lidarxistin, lê Goristana Rustem Cudî dê bispêrin axê.