Serokwezîrê Rûsyayê: Tirkiyeyê nîşan da ku DAIŞ'ê diparêze

Serokwezîrê Federasyona Rûsyayê Dmîtriy Medvedev diyar kir ku ev rewş dibe ku bibe sedema betalkirina projeyên şîrketên Tirk.

Daxuyaniyên tund ên rayedarên Rûs li hemberî xistina balafira Rûs ji aliyê Tirkiyeyê ve, dewam dikin.

Serokwezîrê Federasyona Rûsyayê Dmîtriy Medvedev diyar kir ku ev rewş dibe ku bibe sedema betalkirina projeyên şîrketên Tirk.

Li gorî nûçeya Reutersê Medvedev destnîşan kir, ku hinceta 'binpêkirina sînor' a Tirkiyeyê ne sedem e.

Serokwezîrê Rûsyayê ev peyam da:

"Çalakiya bêaqilane ya desthilatdariya Tirk ku balafira Rûs xist û di asta sûc de ye, rê li ber 3 encaman vekir. Ya destpêkê; parastina sînoran jî di nav de, têkiliyên Rûsya-NATO'yê xist rewşeke xetere, ku ev yek bi ti awayî li berjewendiyên neteweyî nayê. Ya duyemîn; Tirkiyeyê bi vê çalakiya xwe re nîşan da ku DAIŞ'ê diparêze. Berjewendiyên hin rayedarên Tirk ên ji veguhastina petrola ji aliyê DAIŞ'ê ve tê hilberandin bi dest dixin, tê zanîn. Dema berjewendiyên van rayedarên Tirk werin nirxandin, ev yek rewşeke matmayî nîne. Têkiliyên cîrantiya baş a di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de, ji aliyê aborî û siyasî ve zerar dît. Telafîkirina vê zerarê zehmet e. Ev çalakî dibe ku hin encaman bi xwe re bîne û li gorî vê yekê jî pêkane ku hin projeyên hevpar bên betalkirin û şîrketên Tirk pozîsyona xwe ya li bazara Rûs winda bikin."

Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn jî di daxuyaniya xwe ya duh de ji bo Tirkiyeyê gotibû, "Hevkarên terorê kêr li pişta me xist."

Rûsyayê biryar dabû ku hemû têkiliyên leşkerî yên bi Rûsyayê re bên birîn.

Li gorî nûçeya Ajansa RIA Novostî, Serokatiya Fermandariya Giştî ya Rûsyayê bi bûyera dawî re tedbîrên nû girt. Di vê çarçoveyê de wê êdî bi balafirên Rûs ên li ser Sûriyeyê difirin re balafirên nêçirvan jî bifirin û di cih de bersiv ji her şêwe gefê re bê dayîn.

Berdevkê Serokatiya Fermandariya Giştî ya Rûsyayê Korgeneral Sergeî Rûdskoî daxuyanî da û anî ziman yek ji mezintirîn keştiyên parastina hewayî ya hêzên deryayî ya Rûs keştiya Moskowa, wê li cihekî nêzî peravên Tirkiye-Sûriyeyê bi cih bibe.

Moskowa ku xwedî sîstemên parastina hewayê yên dişibin S-300'î, di gefeke gengaz de wê di cih de bersivê bide.