Serokwezîrê Lubnanê Hassan Dîab îstifaya xwe da

Piştî teqîna 4’ê Tebaxê ya li paytexta Lubnan Beyrûtê û şûnde, xwepêşandanên protestoyî yên gel destpê kir. Piştî çalakiyên gel jî ji hikûmetê li ser hev wezîran îstifaya xwe dan. Niha jî Serokwezîr Hassan Daîba jî îstifaya xwe da.

Serokwezîrê Lubnanê Hassan Daîba jî îstifaya xwe da.

Piştî teqîna li herêma benderê ya paytexta Lubnan Beyrûtê û şûnde, bi rojan e gel daketine kolanan û daxwaza îstifakirin hikûmetê dikin.

Serokwezîr Bîab ê li ser navê hikûmetê daxuyanî da, ragihand ku hikûmet bi awayê blok îstifaya xwe radigihîne.

Di teqînê de 158 kes miribûn, 6hezar kes jî birîndar bûbûn.