Serokwezîrê Îngilîstanê Cameron: Divê destek ji hêzên Kurd re bê dayîn!

Serokwezîrê Îngilîstanê Davîd Cameron da xuyakirin, ku divê li dijî çeteyên DAIŞ'ê li Sûriyeyê operasyonên hewayî destpê bikin.

Serokwezîrê Îngilîstanê Davîd Cameron da xuyakirin, ku divê li dijî çeteyên DAIŞ'ê li Sûriyeyê operasyonên hewayî destpê bikin.

Serokwezîrê Îngilîstanê Davîd Cameron diyar kir, ku ji bo hêzên Kurd, Artêşa Sûriyeya Azad û hêzên Ereb ên mûxalîf ên li Sûriyeyê yên ji bejahî ve li dijî DAIŞ'ê têdikoşin, dikare destek were dayîn.

Cameron li parlamentê axivî û ji bo hêzên Kurd û artêşa azad got, "Ev kom li Sûriyeyê ji bejahî ve li dijî DAIŞ'ê şer dikin. Divê em destekê bidin wan."

Cameron ragihand ku operasyonên hewayî yên li Sûriyeyê li dijî DAIŞ'ê, li berjewendiyên neteweyî yên Îngilîstanê tên û got, "Ji bo ewlekariya xwe ya neteweyî divê em ne tenê li benda hevalbendên xwe bin." Cameron hişyarî da û diyar kir ku eger Îngilîstan tevlî operasyonên hewayî yên koalîsyonê nebe, wê destketiyên li Iraqê li dijî vê rêxistinê hatiye bidestxistin jî pûç bibin.

Cameron anî ziman ku divê pêvajoya leşkerî ya li Sûriyeyê bi pêvajoya siyasî re were destekkirin û destnîşan kir ku divê pêşî li pêvajoyeke demokratîk a rêveberiya Sûriyeyê bê vekirin, ku nava vê rêveberiyê de Beşar Esad nebe.