Serokê çetê Xalid Rimana li Serêkaniya Bakur hate dermankirin?
Serokê çetê Xalid Rimana li Serêkaniya Bakur hate dermankirin?
Serokê çetê Xalid Rimana li Serêkaniya Bakur hate dermankirin?
Serokê çeteyên Cebhê El Nusra ku li Serêkaniyê şer dan destpêkirin Xalid Rimana, hate îdiakirin ku bibirîndarî anîne Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniya Bakurê Kurdistanê derman kirine.
Li Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê ku sê roje di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên Cebhê El Nusra ên şer didome û ji fermandarên komên çete ên Serêkaniyê Xalid Rimana ku bû sedemê şer derketinê, hate îdiakirin ku, bi birîndarî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniya Bakurê Kurdistanê.
Li gorî îdiaya gelek rûniştvanên Serêkaniyê, Rimana fermana êrîşkirina ser wesayîta şervanên Yekîneya Parastina Jinan (YPJ)’ê û di nava koma êrîşkar de cih girtiye. Hate diyarkirin ku, Rimana beriya du rojan ji lingê xwe birîndar anîne Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniya Bakur.
Weke din jî hate îdiakirin ku, Rimana ew kesê ku dema di anîn nexweşxaneyê û ji wesayîtê di anîn xwar, qîr dikir digot “Polîs” û rûyê xwe di veşart bû. Dema ku di baxçeyê nexweşxaneyê de ji wesayîtê anîn xwar, piştî li nexweşxaneyê hate dermankirin Ii wesayîtekî sivîl ya plaqeya Tirk siwar kirin û revandin.