Sermetranê Keldanî: Koçberiya ber bi Ewropayê ve, çare nîne
Sermetranê Dêra Keldanî ya Kerkûkê, ji malpera nûçeyan a Atlantîco ya li ser înternetê weşanê dike re axivî û destnîşan kir, ku pirsgirêkên penaberan bi koçkirinê re çareser nabin.
Sermetranê Dêra Keldanî ya Kerkûkê, ji malpera nûçeyan a Atlantîco ya li ser înternetê weşanê dike re axivî û destnîşan kir, ku pirsgirêkên penaberan bi koçkirinê re çareser nabin.
Sermetranê Dêra Keldanî ya Kerkûkê, ji malpera nûçeyan a Atlantîco ya li ser înternetê weşanê dike re axivî û destnîşan kir, ku pirsgirêkên penaberan bi koçkirinê re çareser nabin.
Sermetranê Dêra Keldanî ya li Kerkûkê Yûsûf Tomas Mîrkîs diyar kir, ku piraniya mirovên ji ber dagirkirina Mûsilê reviyan e, Misilmanên Sûnî ne. Mîrkîs da xuyakirin, ku li bajarê nifûsa xwe 1,2 mîlyon e, nêzî 500 hezar jê penaber in û anî ziman ku dêr ancax dikare alîkariyê bide bi tenê 1500 heta 2000 Xiristiyanên xwe li bajêr girtine.
Yûsûf Mîrkîs da zanîn, ku di alîkarî û dermanên ji bo penaberê Xiristiyan de, xwediyên ticaretxane, dermanfiroş û doktorên Misilman bi erzanî destekê didin û anî ziman ku bi qasî 30 doktorên dildar, hefteyê carekê bi daxwaza xwe xizmetê didin.
Sermetranê Keldanî ragihand ku wan bi qasî 360 xwendekarên zanîngehê li dêrê hewandine û diyar kir ku ev hejmar di demeke nêz de wê bigihêje 400 kesî. Mîrkîs ragihand ku ji bo pirsgirêkên bicihbûn, xwarin û pêdiviyên din ên xwendekaran çareser bikin, ew di nava hewldanan de ne.
'HEWANDINA XWENDEKARAN LI EWROPAYÊ NAYÊ WATEYA ALÎKARIYA JI BO WAN'
Yûsûf Mîrkîs da zanîn, ku li şûna koçkirina ber bi Ewropayê, ew xwendekaran teşwîq dikin ku li Iraqê bimînin û destnîşan kir, ku koçkirina ber bi Ewropayê, ji feydeyê bêhtir wê zerarê bide xwendekaran.
Mîrkîs got, "Xwendekar koç bikin, wê pêşeroja wan bikeve nava xeteriyê. Ji ber ku ne ziman ne jî çanda cîhana rojava dizanin, wê ji sifirê dest bi her tiştî bikin. Hewandina wan li Ewropayê nayê wateya alîkariya ji bo wan. Pêwîstiya me li vê derê bi wan heye."
Yûsûf Mîrkîs destnîşan kir ku çûyîna penaberan ber bi welatên Ewropayê ve yan jî qebûlkirina hejmarek ji penaberên Xiristiyan, wê pirsgirêkê çareser neke û ragihand, ku çareseriya rasteqîn a pirsgirêkê 'tinekirina fanatîzmê, têkbirin û qewirandina DIAŞ'ê ye.'
Mîrkîs ji welatên cîhana rojava xwest, ku li şûna qebûlkirina penaberan, giraniyê bidin ser ji nû ve avakirina welatên şer lê hene yên mîna Iraqê û destnîşan kir ku koçkirin tê wê wateyê ku 'welatê xwe li ser sifra zîv pêşkêşî DAIŞ'ê dikin.'
Sermetran dan xuyakirin ku divê welatên Ewropa hîn bêhtir li dijî DAIŞ'ê bikeve nava hewldanên leşkerî û bal kişand ser girîngiya zêdekirina hewldanên siyasî ji bo avakirina demokrasiyê.