Şerfeddîn bi êrîşa DAIŞ re rû bi rû ye

Şerfeddîn bi êrîşa DAIŞ re rû bi rû ye

Cihê pîroz ê Êzîdiyan Şerfeddîn bi êrîşên çeteyên DAIŞ re rû bi rû ye.

Çeteyên DAIŞ, êrîşî gundên Dahola û Buruk ên di xeta Bakurê Şengalê de ne kir. Di navbera hêzên çekdarên herêmî û çeteyên DAIŞ de şer û pevçûnan rû da. Piştî şer û pevçûneke dijwar gundê Dahola û Buruk ketiye destên çeteyan.

Hat ragihandin ku di şer û pevçûnan de komeke ji eşîreta ku Qasim Şeşo serokê wê dîl ketine destê çeteyan.

Çavkaniyên herêmî, diyar kirin ku piştî gundên Dahola û Buruk ketin destê çeteyan cihê pîroz ê Êzidiyan Şerfedîn bi êrîşên çeteyên DAIŞ re rû bi rû ye.

Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ ên di 3’ê Tebaxê de hêzên HPG’ê, sivîl biribûn herêmên bi ewle.