Serêkaniyê di destê Kurdan de ye
Serêkaniyê di destê Kurdan de ye
Serêkaniyê di destê Kurdan de ye
Çapemeniya Tirk û îdiakir ku, Serêkaniyê ketiye destê Artêşa Azad. Çavkaniyên YPG’ê dan diyarkiri ku, serê din heya serê din Serêkaniyê di kontrola YPG’ê de ye. Li herêmê tenê hêzek heye ew jî ne Artêşa Azad, El Nusraye reviyaye Tel Xelefê.
Li gorî çapemeniya Tirk îdiakir ku, “Konseya Şoreşa Giştî ya Sûriyeyê ya ji pêkhatiyên muxalifan berpirs”, Artêşa Azad û Eniya El Nusra êrîşî Serêkaniyê kirine û di encama pevçûnê de deriyê sinor “bigiştî” ketiye dest û “hêzên PYD’ê paşve çûne.”
Nûçegihanê ANF’ê ê li herêmê li gorî agahiyên ji herêmê û çavkaniyên YPG’ê dane, ev nûçe derewandin. Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine girtin, ji ketina Serêkaniyê heya ser sînor di destê Kurdan de ye.
Eniya El Nusra ya girêdayî El Qaîdeyê ku roja Înê bi tank û hawana êrîşî Serêkaniyê kirin, di van êrîşan de li Serêkaniyê du kes birîndar bûn. Li Serêkaniya Bakûr jî guleyek ya çeteyên El Nusra welatiyek qetilkir.
Niha Eniya El Nusra reviyaye Til Xelefa dîrokî ku 2 km dûrî bajare. Piştî pevçûnên 16’ê Tîrmehê, komên çete ên girêdayî El Qaîdeyê ji Taxa Ereban ya Mehetê ku li ser sînore jî hatibûn derxistin. Niha têkiliya El Qaîde ya ser Serêkaniyê bi Tirkiyeyê re qut bûye.
EL QAÎDE LI GIRÊ SPÎ BI TIRKIYEYÊ RE CÎRANE
Êrîşên roja Înê jî li gundên Meşrefe û Esfer Necad ên 2 km dûrî Til Xelefê hatibûn kirin. Ji ber topên li navenda Serêkaniyê ketin agir bi firinekê ketibû.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, endamên El Qaîdeyê ên ji Girê Spî yê herême Reqayê direvin, hatin aliyê Til Xelefê. Beriya niha Til Xelef di destê Artêşa Azad de bû, lê belê derbazî destê El Nusra bû. Niha komên girêdayî El Qaîdeyê ji aliyê Girê Spî ve ciranên Tirkiyeyê ne.