Şerê li Kobanê bi dijwarî dewam dike

Şerê li Kobanê bi dijwarî dewam dike

Di navbera çeteyên DAIŞ'ê yên ji eniyên rojhilat û başûr ve êrîşên giran dibin ser Kobanê û hêzên YPG/YPJ ên li dijî van êrîşan berxwedaneke dîrokî nîşan didin de, li taxên eniya rojhilat, pevçûnên dijwar diqewimin. Li eniya başûr jî, êrîşên DAIŞ'ê rastî benda YPG'ê hatin.

Li hersê eniyên Kobanê û hin taxên rojhilatê bajêr şer û pevçûn dijwar duh êvarê heya serê sibê di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de rû dan. Çeteyên DAIŞ’ê bi hemû çekên xwe yên giran êrîşê Kobanê dike, şervanên YPG/YPJ’ê jî tundî bersiva çeteyan didin. Bi dehan çete hatine kuştin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, şer û pevçûnên dijwar duh êvarê heya serê sibê di navbera şervanên YPJ/YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê li rojhilat, başûr Kobanê û hinek taxên rojhilatê bajêr didome. Çeteyên DAIŞ’ê hemû çekên xwe yên giran bi kar tîne, lê li hember berxwedana şervanên YPG’ê nikare pêşde biçe. Şervanên YPG’ê bi tundî bersiva çetêyên DAIŞ’ê didin. Şer û pevçûn li her sê eniyên Kobanê di roja 23’an de didome.

Şer û pevçûnên dijwar li rojhilat, başûr û hin taxên Kobanê berdewam dikin.