Şerê li eniya başûr û rojhilatê Kobanê berdewam dike

Şerê li eniya başûr û rojhilatê Kobanê berdewam dike

Berxwedana bêhempa ya şervanên YPG û YPJ’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê berdewam dike. Pevçûnên li eniyên aşûr û rojhilat berdewam dikin, şervanên YPG’ê li dijî çeteyan çalakî jî li dar dixin. Li navenda Kobanê sivîl jî  hene.

Berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên ku ji 15’ê îlonê ve êrîşê Kobanê dikin, berdewam dikin.

Rojnamevanan ji herêmê agahî dan û da zanîn ku pevçûnên li Meştenûrê berdewam dikin. Pevçûnên li eniyên rojhilat û başûrê Kobanê berdewam dikin û çeteyên DAIŞ’ê cebilxane vediguhêzin.

PEVÇÛNÊN LI MEŞTENÛR DIDOMIN

Pevçûnên li Girê Meştenûrê jî bi awayeke dijwar berdewam dikin. Hate ragihandin ku çeteyên DAIŞ’ê li aliyê rojhilat ê Girê Meştenûrê  tank bi cih kirine.

 Şervanên YPG’ê û YPJ’ê li dijî çeteyan çalakî jî li dar dixin. Li navenda Kobanê sivîl jî  hene.