Şer li ser sînor dewam dike
Şer li ser sînor dewam dike
Şer li ser sînor dewam dike
Li Serêkaniyê 3 navendên êrîşkaran ji aliyê YPG’ê hatin bidestxistin, 15 êrîşkar hatin kuştin, ketibeyek komên çekdar bi çekên xwe teslîm bûn û 13 sivîlên ji aliyê van koman ve hatibûn revandin hatin rizgarkirin. Li bajarê ku bi temamî ji êrîşkaran hate rizgarkirin, pevçûn li ser sînor didomin.
Li gorî agahiyan, bajarê Serêkaniyê piştî pevçûnên ku duh bi êrîşên komên çekdar yên bi navê Cephet El-Nusra, Emil Mislimîn, Heyet El-Şerî ku wekî girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Bilad El-Şam tên zanîn girêdayî El-Qaîdeyê ne re di navbera YPG’ê û van koman de destpêkiribûn, bi temamî hate rizgarkirin.
Di pevçûnên dijwar de navenda Emil Mislimîn, Cephet El-Nusra û Heyet El-Şerî hatin bidestxistin. Herwiha navenda Dewleta Îslamî ya Iraq û Bilad El-Şam ku wekî biryargeha Serêkaniyê dihat bikaranîn jî di saetên serê sibehê de ket destê YPG’ê.
Di pevçûnên li Li navenda Emil Mislimîn de fermandarê koma Emil Mislimîn ê bi navê Xalid Rumanî ku gelek êşkence li welatiyan kiriye bi giranî birîndar bû. Rumanî rakirin Nexweşxaneya Serêkaniya Serxetê û ji wir jî birin nexweşxaneya li bajarê Rihayê. Di heman pevçûnê de 13 welatiyên sivîl ku ji aliyê êrîşkaran ve hatibûn revandin jî hatin rizgarkirin. Li heman navendê 6 kuştiyên êrîşkaran hatin dîtin.
Êrîşkar derbasî bakûr bûn
Hate ragihandin ku piştî pevçûnên dijwar beşek ji komên êrîşkar reviyan bakûrê Kurdistanê û beşek jî reviya aliyê herêma Esfer Necar a li ser riya Til Xelef. Di pevçûnan de gelek wesayît û alavên leşkerî jî ketin destê hêzên YPG’ê.
Taburek teslîm bû
Li aliyê din beşek komên ku xwe paşve kişandin jî li depoyên genim ên li nêzî sînor û li ser sînor bicîh bûn. Hate ragihadin ku di pevçûnên li depoyên genim de taburek komên çekdar a bi navê El Zahir Bîbers li gel fermandarê komê yê bi navê Bîbers xwe radestî hêzên YPG’ê kir.
Hate hînbûn ku di pevçûnên 2 rojan de 15 endamên komên çekdar hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne. Di pevçûnan şervanê YPG’ê yê bi navê Rustem Elî (Qehreman) jiyana xwe ji dest da û 2 şervan jî birîndar bûn.
Hate ragihandin ku komek êrîşkaran ji aliyê Esfer Necar ve derbasî navenda avê ya li ser riya Hesekê bûye û li vê herêmê jî pevçûn hene.