Şer li 50 nuqteyên Girê Miştenûrê didome
Şer li 50 nuqteyên Girê Miştenûrê didome
Şer li 50 nuqteyên Girê Miştenûrê didome
Şervanên YPG û YPJ ku li Kobanê li dijî êrîşên herî dijwar ên çeteyan lehengiyek mezin nîşan didin, li 50 nuqteyên girê Miştenûrê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şerekî dijwar didin meşandin û heta niha herî kêm 70 çete hatine kuştin.
Şer û pevçûnên ku ev 3 roj in li derdora girê Miştenûrê dom dikin, belav û dijwar bûn. Li hemberî êrîşên çeteyan ên bi çekên giran, şervanên YPG/YPJ’ê berxwedan dijwartir kirin.
Li gorî agahiyên ji herêmê, şervanên YPG/YPJ’ê ji saetên nîvro ve ji başûr heta rojhilatê girê Miştenûrê li 50 nuqteyan li dijî çeteyan şerekî mezin didin meşandin. Hate ragihandin ku heta niha herî kêm 70 çete hatine kuştin.
şer û Pevçûnên li herêmê didomin.