Şengaliyê xwe bi helîkopterê ve girt bi giranî birîndar bû
Şengaliyê xwe bi helîkopterê ve girt bi giranî birîndar bû
Şengaliyê xwe bi helîkopterê ve girt bi giranî birîndar bû

Êzidiyekî Şengalî yê ku xwe bi helîkoptera malzeme dibir ji pêşmergeyên li Çiyayê Şengalê girt, ket xwarê û bi giranî birîndar bû.
Helîkopterek îro danê nîvro kelûmel ji pêşmergeyan re anî, di dema rabûnê de Êzidiyekî Şengalî xwe pê ve girt. Bûyer li pêş çavê pêşmergeyan rû da.
Kurdê Êzidî yê xwest bi helîkopterê biçe cem malbata xwe, ji ber ku pêşmergeyan lê guhdarî nekir, weke çareya dawî xwe bi hesinên binê helîkopterê ve girt.
Şengaliyên ku bi vî rengî bi hewa ket, piştî demekê li pêş çavê her kesî ket xwarê.
Pîlotê helîkopterê mîna ku ne xem e, li Şengaliyê ket xwarê temaşe nekir û ji herêmê çû. Piştî ku Kurdê Êzidî ji helîkpterê ket, mirov baz dan cihê bûyerê û dest li birîndarê ji gundê Xanesorê werdan.
navê Şengaliyê ket xwarê nehat hînbûn, lê belê tê gotin ku her du lingên wî şikestine û rewşa tenduristiya wî cidî ye.
Pêşmergeyan her wiha li cihê bûyerê nehiştin dîmen bê kişandin û xemsariya pêşmergeyan a li pêşberî rewşa birîndar, rastî nerazîbûneke mezin a gel hat. Di navbera gel û pêşmergeyan de ji bo demekê alozî derket.

