Şengalî: Li Cizîrê nuqteya me ya kontrolê nîne
Şengalî: Li Cizîrê nuqteya me ya kontrolê nîne
Şengalî: Li Cizîrê nuqteya me ya kontrolê nîne
Der heqê gotinên dibêjin nuqteya kontrolê ya PKK'ê li Cizîrê heye Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zekî Şengalî got, "Em li gorî giyana vê pêvajoyê tevdigerin. Li Cizîrê nuqteya me ya kontrolê tineye. Dibe ku hin ciwanan tiştek kiribin. Lê belê pêwendiya vê bi PKK'ê re tineye."
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zekî Şengalî beşdarî nûçeyên Kurdî ya li NÛÇE TV bû û diyar kir, ku PKK di çarçoveya planekê de xebatên xwe dimeşîne û got, "Lê belê bi hin nûçeyên şerê taybet dibêjin; PKK'ê nuqteya kontrolê ava kiriye. Ev yek, ji aliyê hêzên me ve nehatiye kirin. Dixwazin vê rewşê binepixînin û bikin asteng li pêvajoya çareseriyê."
Şengalî pêvajoya vekişîna gerîla ji Bakurê Kurdistanê jî nirxand û diyar kir ku beşeke girîng a hêzên gerîla vekişiyaye. Şengalî axafttina xwe weha dewam kir: "Komên mane jî, di pêvajoya vekişînê de ne. Kom di rê de ne. Lê belê ji aliyê dewletê ve gavên pratîkî nayên avêtin. Li hin deveran operasyon dewam dikin. Eger ev rewş dewam bike, wê rê li ber bêbaweriyê veke. Em li bendê ne ku hukûmet gavên pratîkî biavêje.
Di qonaxa yekemîn a vê pêvajoyê de, her hemû berpirsyariyên dikevin ser milê me, bicih anînin. Lê belê divê pêvajo bi du alî ve bimeşe."