Şengalî di mercên zivistanê de ji bo jiyanê li ber xwe didin
Şengalî di mercên zivistanê de ji bo jiyanê li ber xwe didin
Şengalî di mercên zivistanê de ji bo jiyanê li ber xwe didin
Nêzî deh hezara Êzidiyên nexwestin dest ji warên xwe berdin û niha li çiyayê Şengalê dimînin, di şert û mercên zehmet ên zivistanê de hewl didin xwe li jiyanê bigirin. Êzidiyên li çiyayê Şengalê ku piraniya wan ji extiyar û zarokan pêk tê, piştî komkujiya çeteyên DAIŞ'ê anîn serê wan, niha jî bi mercên giran û sar ên hewayê re rû bi rû ne.
Eger alîkariyên lezgîn ji gelê li Şengalê yê piraniya wan zarok in neyê şandin, dibe ku mirov jiyana xwe ji dest bidin. Zarok bi pîxwasî û kincên tenik ên li xwe kirî, hewl didin li hemberî mercên dijwar ên zivistanê li ber xwe bidin. Malbatên ku di binê konên tenik de bi komên mezin dimînin, gazinan dikin ku ji hewayê alîkarî ji wan re nayê şandin. Malbatan dan xuyakirin ku wan heta roja îro bi alîkariyên ji Rojava dihatin re xwe li ser piyan girtine û anîn ziman ku piştî korîdor hat girtin, hêzên xwedî derfeta ragihandina hewayê, ti alîkarî nedane wan.
Malbatan diyar kirin ku her roj zarokên wan nexweş dikevin û ji bo parastina zarokên xwe tiştek di destê wan de nîne, bi vî rengî nikarin demeke dirêj di mercên zivistanê de li ber xwe bidin û nikarin pêşî li mirina zarokan bigirin.






