Sekna li ser sînor heta serê sibê dewam kir
Sekna li ser sînor heta serê sibê dewam kir
Sekna li ser sînor heta serê sibê dewam kir
Li dijî gefa komkujiya sivîlên li Kobanê, bi deh hezaran kesên duh bi şev herikîn gundên li ser sînor ên Pirsûsê, heta sibehê sekinîn.
Sekna bi deh hezaran kesên duh bi şev li dijî gefa komkujiyeke gengaz a li Kobanê herikîn ser sînor ê li Pirsûsê, dewam dike.
Girseya gel li nuqteyên nêzî sînor ên li gundên Elîzêr, Qop, Bedhê, Dewşen, Boydê û Siwêdê, heta serê sibê raneza.
Girseya gel a ku agir dada, bala wê li Kobanê ya rastî êrîşan tê, bû. Balafirên şer ên bi şev li ser Kobanê firiyan, derdora Girê Miştenûrê bombebaran kirin. Der heqê encamên bombebaranê de agahî nehatin bidestxistin.
Li aliyê din guleyên topên çeteyan her li Pirsûsê dikevin. Dema topên çeteyan li nêzî deriyê sînor ê navbera Kobanê û Pirsûsê ket, balkêş bû ku Tirkiyeyê "pîvanên angajmanê" bicih neanî.