Sê rojnamevanên Elman li Amedê hatin binçavkirin

Sê rojnamevanên Elman li Amedê hatin binçavkirin

Sê rojnamevanên Elman ên li Amedê çalakiyek dişopandin hatin binçavkirin. Di daxuyaniya ku ji aliyê RSF û Civaka Azad ve azad ve hat dayîn, hat ragihandin ku rojnamevan roja Şemiyê li Amedê hatine binçavkirin.

Berdevkê Wezîrê Karên Derve yê Elman got, “Sefareta Elmanya bi mijarê re eleqedar dibe. Bi kesên di bin çavan de di nav pêwendiyan de ne."

RSF’ê diyar kir ku rojnamevan heta danê êvarî di bin çavan de mane û wê sibe serê sibehê sewqî dozgeriyê bên kirin.

Hat destnîşankirin ku kesên di bin çavan de rojnamevanên serbest in û Bjorn Kîetzmann ji ajansa Elman a Action Press re wêne serwîs dikir.

Rojnamevanên din jî  Ruben Martin Neugebauer û Christian Grodotzki ne. Ew jî ji rojnameya Taz û Berliner Morgenpost a Elman re û ji kovara Greenpeace wêneyan pêşkeş dikin.