Saziyên zimanê Kurdî li sînor in

Saziyên zimanê Kurdî li sînor in

Di roja 56’emîn a berxwedana Kobanê de piştgiriyek jî ji saziyên zimanê Kurdî hat. Nûnerên TZP Kurdî, KURDÎ-DER û Akademiya Ziman a Ahmedê Xanî yên hatin sînor diyar kirin wê serkeftin bibe yên li ber xwe didin.

Nûnerên TZP Kurdî, KURDÎ-DER û Akademiya Ziman a Ahmedê Xanî ji bo li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê piştgiriyê bidin Kobanê û hatin sînor li vir daxuyaniyek dan. Parlamentera HDP’ê Ayla Akat Ata, nûnerên saziyen sivîl ên civakî û welatiyên ku li gundê Mehserê nobeta berxwedanê digirin jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Jîna berxwedana Kobanê bû hîmê yekîtiya Kurdan” hate vekirin û dirûşmên “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana YPG û YPJ’ê” “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

‘TÊKOŞÎNA AZADIYA KURDISTAN’

Piştî rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, endamê Koordînasyona TZP Kurdî Firat Ronî axivî û bal kişand ser berxwedana Kobanê ya ev 56 roj in didome û got ku tevî hemû êrîşên bi çekên giran, ciwanên Kurd berxwedaneke bêhempa didin. Ronî bilêv kir ku li çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd têkoşîna azadiyê dide û ev ruh ji berxwedana Amedê ji Mazlum Doganan ji Kemal Pîran, ji Hayrî Durmuşan û ji Arîn Mîrxanan hatiye wergirtin. Ronî got ku Kobanê ji ber cih û qîmetê xwe wê bigihîje serkeftinê.

Serokê KURDÎ-DER’ê ya Amedê Sebahattîn Gultekîn jî diyar kir ku serkeftin wê her tim bibe yên li ber xwe didin û ew hêzên ku berê çeteyên DAIŞ’ê dane Kobanê şermezar dikin. Gultekîn anî ziman ku Kobanê wê bi berxwedana xwe di dawiyê de bigihêje serkeftinê.

Serokê Akademiya Ziman a Ahmedê Xanî Abdurrahman Bakir jî diyar kir ku gelê Kurd ev 40 salan zêdetir e ji bo azadiyê têkoşîna hebûnê dide û ev tişt anî ziman: “Di encama têkoşîna hatiye dayîn de hin destkeftî hene. Ji ber vê yekê em rastî êrîşan tên. Lê bila hemû kes zanibe ku li hemberî bawerî û biryarbûnê ti hêz nikare bisekine.”

Piştre melayên ku li sînor nobeta berxwedanê digirin axivîn,  daxuyanî bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.