Saziyên sivîl ên Heleb û Efrînê: Bila doktor biçin Îmraliyê
Saziyên sivîl ên Heleb û Efrînê: Bila doktor biçin Îmraliyê
Saziyên sivîl ên Heleb û Efrînê: Bila doktor biçin Îmraliyê
Saziyên civaka Sivîl bi mebesta şermezar kirina helwesta dewleta Tirk ya nahêle heyeteke serbixwe ya doktoran biçe girava Îmralî rêze çalakî lidarxistin.
Çalakiyên ji bo tendurîstiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Efrîn û Helebê didomin.
Li bajarê Efrînê bi dehan endamên saziyên Sivîl hatin cem hev û daxuyaniyek nivîskî ji bo raya giştî dan. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser rewşa tendurîstiya Rêberê Gelê Kurd û helwesta dewleta Tirkiyê ya nahêle doktorên serbixwe biçin gireva Îmralî şermezar kirin. Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên navnetewî û mafên mirovan hate kirin da ku zext li Tirkiyê bikin da ku heyeta doktoran biçin Îmraliyê.
Bi heman armancê Saziya Çand û Hunerê li Efrînê daxuyaniyek niviskî weşand. Di daxuyaniyê de helwesta Tirkiyê hate şermezarkirin û hate xwestin ku di zûtirîn dem de heyeta doktorên serbixwe biçe Îmraliyê. Her weha SZK᾿ê û Yekîtiya Mamosteyên Rojavayê Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê kiryarên dij mirovî yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hate şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hate xwestin ku heyeta doktoran di zûtirîn dem de biçe Îmraliyê.
Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî tevî rewşên zehmet jî bi dehan dayîkên Aşîtiyê hatin cem hev daxuyaniyek dan. Dayîkên Aştiyê di daxuyaniya xwe de xwest ku di zûtirîn dem de heyeta doktorên serbixwe biçe Îmraliyê. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku pêvajoya Aştiyê ya Ocalan ji bo her çar perçeyên Kurdistanê ye.