Saziyên Kurdistanî: Bila her kes biçe Pirsûsê

Saziyên Kurdistanî: Bila her kes biçe Pirsûsê

Saziyên Kurdistanî, bal kişandin ku bi hezaran Kurd li Kobanê bi komkujiyê re rû bi rû ne û bang li her kesê kir ku biçin ser sînorê Pirsûs û Kobanê, û li cihê ku lê ne dabikevin kolanan.

Saziyên Kurdistanî daxuyaniyeke nivîskî weşandin û bang li hemû gelê Kurdistanê kirin ku ji bo pêşî li komkujiyeke li Kobanê bigirin, bikevin nava tevgerê.

Saziyên Kurdistanî di daxuyaniya xwe de wiha got: “Êrîşên li ser Kobanê hatiye asteke wisa, dibe bi xwe re komkujiyekê bîne. Hemû cîhan û mirovahiyê çav û guhê xwe li vê komkujiyê girtine. Ne mumkun e ku gelê Kurdistanê vê yekê qebûl bike. Ji ber vê jî, divê hemû gelê me yê ku bikare bêyi ku tu dem derbas bibe, biçin ser sînor Kobanê û divê li her bosteke Kurdistanê rabin ser piyan. Ger Kobanê bi komkujiyekê re rû bi rû be, em nikarin li cihê xwe rûnin, razên û jiyana xwe ya rojane bidomînin. Em bang li hemû gelê me dikin ku çalakiyên xwe di asteke bilind de xurt bikin û cîhanê li çeteyên DAIŞ’ê û hevkarê wê AKP’ê teng bike."