Sariyildiz: Berdêla wê giran be jî Kobanê nakeve
Sariyildiz: Berdêla wê giran be jî Kobanê nakeve
Sariyildiz: Berdêla wê giran be jî Kobanê nakeve
Li Kobanê ku bi çeteyan re şerê bajêr destpê kir, Parlamenterê Şirnexê yê HDP’ê Faysal Sariyildiz ê ji bo tehliyekirina sivîl û birîndarên li Deriyê Sînor ê Murşîtpinar rawestiyaye got ku rêveberên kantonê jî çek rakirine û çûne eniyê û wiha dewam kir, “Berdêla wê giran be jî Kobanê nakeve.”
Danê êvarî ku li Kobanê şerê bajêr destpê kir, ji bo tehliyekirina sivîl û birîndaran parlamenterê HDP’ê Faysal Sariyildiz li Deriyê Sînor ê Murşîtpinar e diyar kir ku êrîşa çeteyên DAIŞ a bi taybet li hember deriyê sînor hatiye paşdexistin.
Sariyildiz got ku qismek sivîl û birîndar hatine tehliyekirin û ji bilî parlamenteran destûr nadin kesek din nêzî sînor bibin.
Sariyildiz anî ziman ku çete ji bo xistina Kobanê êrîş kirine û hikûmeta AKP’ê jî jêre bûye zemîn. Sariyildiz got, “Niha Bakurê Kurdistanê li ser piyane. Reflekseke derengmayî be jî bi qîmet û watedar e. Wê gelê Bakurê Kurdistanê xwedî li Kobanê derkeve. Berdêla wê giran be jî wê Kobanê nekeve.”