Şaredariya Yenîşehîr a Amedê ji bo şaredariya bira serdana Hewlêrê kir

Şaredariya Yenîşehîr a Amedê ji bo şaredariya bira serdana Hewlêrê kir

Ji bo di çarçoveya pêwendiyên Şaredariya Yenîşehîr a Amedê û Şaredariya Hewlêrê de werin pêşxistin de heyeta ku ji Şaredarê Yenîşehîrê Selîm Kurbanoglu û yên ligel pêk dihat Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem ziyaret kir.

Ji bo pêwendiyên di navbera Şaredariya Yenîşehîr a Amedê û Şaredariya Hewlêrê de li ser esasê şaredariyên bira pêş bikevin di nav de  Şaredarê Yenîşehîrê Selîm Kurbanoglu jî ku hebû heyeta ku  hat Hewlêr, duh Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem ziyaret kirin. Di çarçoveya ziyaretê de heyetê Şaredariya wargehê jî di nav de, Saziya Malbatên Şehîdan, Meclîsa Jin a Îştar û Akademiya Şehîd Ferhat Kurtay ziyaret kirin.

Şaredarê Wargehê Ehmed Ozer di derbarê xebatên xwe de agahî da heyetê. Şaredarê Yenîşehîr a Amedê Kurbanoglu jî destnîşan kir ku, rewşa wargehê ji nêz ve dişopînin; lê belê ji ber derfet tunebûn nikarîbûn ziyaret bikin. Û dilxweşiya xwe ya hatina wargehê anî ziman.

Şaredarê Yenîşehîrê Selîm Kurbanoglu û heyeta ligel paşê  li wargehê geriyan. Heyeta ku di çarçoveya xebatên xwe de wê biçe Hewlêr paşê wê careke din vegere Amedê.