Şaredarê berê yê Pirsûsê tevî kurê xwe hatin kuştin

Şaredarê berê yê Pirsûsê tevî kurê xwe hatin kuştin

Wesayîta şaredarê berê yê navçeya Pirsûsa Rihayê Salih Tekînalp û kurê wî Sînan Tekînalp di rê de rastî êrîşeke çekdarî hat û di encamê de her duyan jiyana xwe ji dest dan.

Bûyer di saetên danê êvarê de li ser rêya Riha-Pirsûsê qewimî. Hate ragihandin ku wesayîta şaredarê berê yê Pirsûsê ku sala 1994’ê ji partiya CHP’ê bibû şaredar, Salîh Tekînalp û kurê wî Tekînalp li nêzî Taxa Alîgorê rastî êrîşa çekdarî hatin û di encamê de bav û kur jiyana xwe ji dest dan.

Piştî kesên di rê re derbas dibûn, wesayîtê dibînin, gelek cenderme tên cîhê bûyerê. Cendermeyan der barê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin. Salîh Tekînalp ku yek ji pêşengên eşîreta Dînayê ye, beriya çar mehan jî rastî êrîşekê hatibû û birîndar bibû.