Şandeya YNK’ê bi Hevserokên KCK’ê re hevdîtin pêk anî

Şandeya YNK’ê bi Hevserokên KCK’ê re hevdîtin pêk anî

Komek ji parlamenterên YNK’ê serdana Qendîlê kirin û bi Hevserokên Koma Civakên Kurdistan (KCK) hevdîtinek pêk anîn.

 Îro şandeyekî ji 7 parlamenterên Yekitiya Nîştimaniya Kurdistane (YNK) ku di nav wan de, Salar Mehmûd, Miryem Semed, Serkewt Lale Serhed, Qadir Rezgeyî, Salih Feqê,  Xelef Ehmed û Ebas Fetah hebûn çûn Qendîl û bi Kevserokên KCK’ê Cemîl Bayik û Besê Xozat re hevdîtin pêk anîn.

 Ji parlementerên YNK’ê Salar Mehmûd ku di şandeyê de cih girt, ji Rojnewsê re axivî û diyar kir ku ew bi armanca pîrozbahiya cejnê çûne serdana Hevserokên KCK’ê.  Mehmûd da zanîn ku di hevdîtinê de behsa girîngiya yekitiya Kurdan hatiye kirin.

Salar Mehmûd destnîşan kir ku di serdanê de bi taybet li ser hevkariya hêzên pêşmerge û şervanên HPG/YPG’ê yên ku niha li Rojava  BaşûrêKurdistanê Kurdistanê diparêzin axivîne.