Şandeya PYD'ê li MPKE rêze hevdîtin pêk anî

Şandeya PYD'ê li MPKE rêze hevdîtin pêk anî

Şandeya PYD'ê li Konseya Ewropayê hin rêze hevdîtin lidar xist. Şandeyê di hevdîtinên xwe yên li Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) de hişyarî da ku eger rejîm û mûxalefeta li Sûriyê ji aliyê Rojava û Rûsyayê ve were biçekkirin, wê felaketek rû bide. Şandeya PYD'ê destnîşan kir ku çareseriyeke siyasî ya wekhev û mayinde jî, wê aramiyê bÎne. Şandeya PYD'ê diyar kir ku ew plan dikin beşdarî 2. Konferansa Navnetewî ya li Cenevreyê bibin.

MPKE, ji bo rûniştinên havînê li Strasbourgê li hev kom bû. Berpirsyarê Ewrûpa û Têkiliyên Derve yê PYD'ê Hasan Sherûan û nûnera Komîsyona Jinan Rodî Melek jî hin danûstandin kirin. Şandeya PYD'ê, rewşa gelê Kurd a di şerê navxweyî ya li Sûriyê û rewşa giştî ya li Sûriyê, ji mûxatabê xwe re ragihand. Şande bi Berpirsyarên Tekiliyên Derve yên MPKE, Serokê Komîsyona Karên Huqûq û Siyasî û raportorê Sûriyê Pietro Marcenaro, Seroka Koma Lîberal Anne Braseur, şandeyên çavdêr ên Danîmarka, Yewnanîstan, Qibris, Cezayîr, Fîlîstîn û Parlamentera Belçikî Fatîha Seîdî re re hevdîtin kir.

DI RÛNIŞTINÊN KOMA ÇEP DE MAFÊ AXAFTINÊ HAT DAYÎN

Melek û Sherûan dan xuyakirin ku di rûniştinên Koma Çep de mafê axaftinê ji wan re hatiye dayîn û gotin, "Me rewşa li Sûriyê nirxandin. Li Koma Çep û hevdîtînên din ê jî me bibîr xistin, ku hejmara mirovên ji ber şerê li Sûriyê jiyana xwe ji dest dane, heta niha 100 hezar derbas kiriye. Me destnîşan kirin ku dayîna çekan wê şer mezintir bike û rê li ber felaketên mezin veke, lewma divê çareseriyeke mayînde ya aştiyane bê dîtin. Me bibîr xistin ku gelê Kurd ê li Sûriyê ne alîgirê rejîmê ye ne jî li alîgirê mûxalefeta çekdar a heta niha ti bawerî neda ye. Me diyar kirin ku ji ber vê yekê em xeta sêyemîn dişopînin, lewma gav bi gav li Rojavayê Kurdistanê Xweseriya Demokratîk ava dikin."

‘REWŞA EFRÎN Û KOÇBERIYA NAVXWEYÎ HAT VEGOTIN'

Şandeyê da xuyakirin ku di rewşa niha de zêdeyî 300 hezar Sûriyeyî yên di nav de Xiristan û Ereb hene, li Rojavayê Kurdistanê ne û got, "Civata navnetewî, nikare li hemberî vê koçberiya navxweyî bêdeng bimîne." Şandeya PYD'ê diyar kir ku ew weke aliyê xeta 3. li Sûriyê dimeşînin dixwazin ji bo aştî û wekheviyê beşdarî 2. Konferansa Cenevreyê ya Navnetewî bibin û divê ev daxwaza wan li ber çavan bê girtin.

Hat ragihandin, ku li ser koçberiya mezin a navxweyî ya li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û rewşa Efrînê hevdîtin hatine kirin. Şandeyê anî ziman ku wan radeya xetere ya şer gihaştiye vegotine û got, "Me banga alîkariya lezgîn kirin. Divê Konseya Ewropa û hemû sazî û dewletê navnetewî, ji sekna Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê hurmetê nîşan bidin."