Şandeya Herêma Kurdistanê diçe serdana Kobanê

Şandeya Herêma Kurdistanê diçe serdana Kobanê

Serokê Fraksyona Goran a Parlementoya Herêma Kurdistanê Rabûn Marûf ragihand ku wê sibê, şandeyek ji Parlementoyê biçe serdana Kobanê û rewşa bajêr ji nêz ve bişopîne.  Marûf da zanîn ku di şandeyê de endamên hemû komên li parlementoyê hene.

Serokê Fraksyona Goran a Parlementoya Herêma Kurdistanê Rabûn Marûf ji ajansa Rojnews a ku li Başûrê Kurdistanê weşanê dike re axivî û diyar kir ku biryar hatiye dayin ku şande sibê biçe serdana bajarê Kobanê yê di bin êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de.

Marûf ragihand ku hemû karûbarên fermî yên serdanê temam nebûne û got: “Ji ber wê jî ne diyare wê sibe bikarin serdana Kobanê bikin an na.”  Rabûn Marûf diyar kir ku di şandeyê de endamên hemû komên li Parlementoyê hene û şande ji 9 kesan pêk tê.

Marûf ragihand ku dê şandeya wan li ser navê gelê Başûrê Kurdistanê biçe û piştgiriya Başûrê Kurdistanê ji bo Kobanê rabigihîne û got: “Em ê ji nêz ve rewşa wan lêkolîn bikin û ji bo em bizanin Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikarin li vir çawa alîkariya wan bikin.”