Şandeya HDP û KCD’ê çû serdana Kobanê
Şandeya HDP û KCD’ê çû serdana Kobanê
Şandeya HDP û KCD’ê çû serdana Kobanê
Şandeya HDP û KCD'ê çû serdana Rêveberiya Kantona Kobanê ya li hemberî êrîşên çeteyên hov ên DAIŞ'ê 20 roj in li ber xwe dide.
Şandeya HDP û KCD'ê, ya ji Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag, parlementerên HDP'ê Ertugrul Kurkçu, Îbrahîm Ayhan, Îbrahîm Bînîcî, Faysal Sariyildiz, Kemal Aktaş, Sebahat Tuncel, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Endamê Meclîsa Daîmî yê KCD'ê Seydî Firat pêk tê, çû serdana Kantona Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê.
Şandeya Bakûrê Kurdistanê ji aliyê Hevseroka PYD'ê Asya Ebdulla, Serokwezîrê Kantona Kobanê Enwer Muslîm û rêveberên hikûmetê li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê hatin pêşwazîkirin. Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag derbarê serdanê de daxuyaniyek kin da û diyar kir ku dilê hemû gelan li Kobanê ye û wiha got:
"20 roj in 20 caran gotin 'Kobanê ket', lê heya îro ev berxwedana dîrokî berdewam kir. Vê berxwedanê baweriya li hemberî Kobanê û Rojava zêde kir." Yuksekdag, ragihand ku divê hem qada dîplomatîk û hem jî qada berxwedanê bê mezinkirin û dê çalakiyên li sînor berdewam bikin. Yuksekdag, da zanîn ku çalakî dê hêj qelebalix û girseyî pêk bê û wiha axivî: "Şervanên li vir ji me piştrast bin."
Serokwezîrê Kantona Kobanê Enwer Muslîm jî diyar kir ku şer û berxwendan berdewam dike. Muslîm, diyar kir ku hewil didin modela li Rojava û şoreşê bi fetisîn û wiha got: "Lê ser nakevin. Îro gelê Kobanê di mizgeftan de nimêj kirin. Em in xwediyê vir li ser axa me cihê dagerkeran tine ye."
Şande, piştî pîrozkirina cejnê cîvîna ji çapemeniyê re girtî li dar xistin. Piştî hevdîtinan şande ji Kobanê vegeriya.