Şandeya Aqilmendan serdana BDP’ê kir
Şandeya Aqilmendan serdana BDP’ê kir
Şandeya Aqilmendan serdana BDP’ê kir
Şandeya Aqilmendan a herêma "Rojhilata Başûr" ango beşek ji Bakûrê Kurdistanê di çarçoveya bernameya xwe de rêxistinên BDP û AKP'ê yên Amedê ziyaret kir.
Heyeta Komîsyona Aqilmendan a “Herêma Rojhilata Başûr”, di çarçoveya xebatên xwe de saziyên sivîl û rêxistinên siyasî yên Amedê ziyaret dike. Heyetê duh malbatên Murat Îzol yê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin û malbata Ceylan Onkol ku bi guleya hawana leşkaran hatin qetilkirin ziyaret kirin.
Komisyonê îro jî rêxistina BDP'ê ya Amedê û AKP'ê ya Amedê ziyaret kir. Endamên komîsyonê Kezban Hatemi, Mehmet Emîn Ekmen, Fazil Husnu Erdem, Etyen Mahçupyan, Ahmet Faruk Unsal, Yilmaz Ensaroglu, Murat Belge û Yilmaz Erdogan li avahiya BDP'ê ya Amedê ji aliyê Hevserokên BDP'ê, endamên meclisa jinê û endamên meclisa BDP'ê ve hatin pêşwazîkin.
Di serdanê de endamê komîsyonê Yilmaz Ensaroglu, diyar kirin ku we dê îro partiyên siyasî ziyaret bikin û dê hem li pirsgirêk, pêşniyar û daxwazên partiyan û saziyên sivîl ên civakî guhdar bikin. Ensaroglu, anî ziman ku BDP li Amedê xwedî giranî û rolek mezin e ji ber vê yekê nirxandin, pêşniyar û rexneyên wan girîng dibînin.
'EM JI PEYVIRA XWE RE AMADE NE'
Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut jî anî ziman ku serdana wan a BDP'ê pir girîng û watedar e û ew dê ji bo pêşketina pêvajoyê piştgiriyê bidin. Zumrut, da zanîn ku ji bo bêtir xwe bigîhin hemû beşên civakê û beşên civakê jî tev li vê xebatê bikin çi ji destê wan bê dê bikin.
Edamên Komîsyonê piştre bi Rêxistina AKP'ê ya Amedê re hevdîtin pêk anîn. Serokê Komîsyonê Ensaroglu, li vir jî axaftinek kir û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê ji ber hikûmet e du aliyan temsîl dike. BDP aliyekî temsîl dike, lê hikûmet 2 aliyan temsîl dike. Divê hikûmet li hemberî zahmetiyan astengiyan çareser bike.
Serokê AKP'ê yê Amedê Aydin Altaç jî anî ziman ku komîsyon niha di nava yekîneya çareseriya pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê de cih digire û ji ber vê yekê divê bi hemû saziyên sivîl ên civakî re hevdîtin bikin.
Li bendê ye ku komîsyon pişt re bi Rêxistina CHP'ê ya Amedê, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir û Şaredarê Sûrê û Meclisa Kirklarê re jî hevdîtin bikin.