Salvegera Şoreşa Rojava bi xemla cejnê tê pîrozkirin
Salvegera Şoreşa Rojava bi xemla cejnê tê pîrozkirin
Salvegera Şoreşa Rojava bi xemla cejnê tê pîrozkirin
Ji Dêrik heta Efrîn, Heleb, Bab û Mimbicê, li gelemperiya Rojavayê Kurdistanê, yekemîn salvegera şoreşa Rojava bi rewşa cejnê tê pîrozkirin. Pîrozbahiyên duh êvarê destpêkirin, dewam dikin.
Li gel êrîşên komên çete yên ji aliyê Tirkiyê ve hatin, ji Dêrikê heta Efrînê li her devera Rojavayê Kurdistanê, yekemîn salvegera şoreşa gel a Rojava tê pîrozkirin.
YEK JI PÎROZBAHIYÊN BI HEYBET LI EFRÎNÊ HAT KIRIN
Pîrozbahiyên li Efrînê, duh êvarê destpêkirin. Bi sedan ciwanên li qadên Azadî û Mahmûdiye hatin cem hev agir dadan û heta ber destê sibê, salvegera şoreşê pîroz kirin.
Berî 5 mehan, ji bo tevlî merasîmên cenaze yên 2 şervanên YPG'ê yên li Helebê jiyana xwe ji dest dan bibim, cara yekemîn hatim Efrînê. Piştî wê hema hema her hefteyê, min ji merasîmên cenazeyên YPG'ê yan jî mirovên sivîl ên ji ber êrîşên hêzên AAS jiyana xwe ji dest dan re şahidî kir. Ji hewar û rondikên dayikan, ji nêrînên bi êş ên zarokên dê û bavê xwe wenda kirine re şahidî kir. Dema min ji pîrozbahiyan re jî şahidî kir min ji xwe re got, "Ew hemû ji bo vê bûn." Min berdêla şoreşê ya ku divê were parastin îro dît. Ji ber ku pîrozbahiyên yekemîn salvegera şoreşê ku duh êvarê bi pêxistina agir ji aliyê ciwanên Kurd ve li Efrînê destpê kirin, ji saetên sibê û pê ve veguherîn pîrozbahiyên bi heybet.
Mirovên deriyê xwe vekirin û derketin derve, bi gotina "cejna we pîroz be" dest bi rojê kirin. Gelek mirov bi tenê bi vê silavdayînê re neman, hevdu hembêz kirin û salvegera şoreşa xwe pîroz kirin. Em ji kolanên bi rengên kesk sor û zer beriya hefteyekê hatibûn xemilandin, derbas bûn. Ya ku min jê re şahidî kir, ne salvegera şoreşê bû, pîrozbahiya cejnekê bû. Gelê Rojava roja şoreşê weke cejnê pêşwazî dikir. Ji xwe hemû gel rojên şoreşê, rojên rizgarî û azadiyê weke cejnê îlan dikin. Gelê Rojava jî, îro roja xwe ya cejnê dijîn. Bi silavdayîn, hembêzkirin û kincên netewî, cejna xwe pîroz dikin.
PÎROZBAHIYAN BI TÛRA HÊZÊN YPG'Ê LI NAVA BAJÊR DESTPÊ KIRIN
Pîrozbahiyên bingehîn, berêvarê ji aliyê hêzên YPG'ê ve bi tûra ji sedan wesaîtî ya li nava bajêr, destpê kir. Dema konvoya YPG'ê di nava bajêr de derbas dibû, li kêleka rê îzdiham rû da. Şêniyên bajêr ji bo li derbasbûna konvoyê temaşe bikin, li ber xwe didan. Li ber tililî û çepikan, konvoy hêdî hêdî derbasî Qada Bazarê, cihê pîrozbahiyê bû. Di nava girseya gel de rondikên kêfxweşî û xemgîniyê bi hev re dipariyan. Min bi sedan jin, ciwan, zarok, kal, pîr dît. Ev rondikên kêfxweşiyê bûn. Bi şoreşa xwe re rondikên azadiyê bûn. Hin ji wan bi destekî xwe hêstrên xwe paqij dikir, bi destê din jî bi nîşaneya serketinê konvoy silav dikir. Bi konvoyê re gelê Efrînê jî herikî cihê pîrozbahiyê Qada Bazarê. Jinên bi kincên xwe yên netewî û ji hemû beşên civakê mirov kom bi kom nêzî qada pîrozbahiyê dibûn. Ti zarokên di dest de al tineye, li kolanên Efrînê nebûn. Zarokan alên xwe li ba didan û bi dayik, xuşk, bav û birayên xwe re diçûn cihê pîrozbahiyê. Li beramberî vê rewşê mirovan ji xwe re digotin, vaye şoreş, vaye azadî, vaye pêşeroja azad. Ji xwe bav, bira û xuşkên hin ji wan, ji bo ev roj were dîtin, xwîna xwe rijandibûn. Ji bo rojên azad, hînê xwîna xwe narijînin? Belê weha ye dibêje YPG'yiyek. Û dayikek ku keça wê di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest daye, hêstrên çavên xwe paqij dike û dibêje, "Wan, ji bo em vê rojê bibînin, xwîna xwe rijandin."
YPG Û GEL DI NAV HEV DE YE
Bi hatina hêzên YPG'ê li qada pîrozbahiyê re, tofaneke çepikan deng vedide. Hejmara gel kêlî bi kêlî zêde bû. Hêzên YPG'ê li gorî sekna leşkerî cihê xwe li qadê girtin û êdî dema pîrozbahiyê nêzîk bûbû. Li derdorê tedbîrên tund hatibû stendin. Li ser avahiyên bilind sekvan hatin bicihkirin. Qada pîrozbahiyê ji aliyê yekîneyên bi çekên giran ve dihat parastin. Li qada pîrozbahiyê hêzên YPG û YPJ'ê bi hev re bûn.
Û kêliya dihat hêvîkirin, hat. Dema pêşkêşvan derket ser dikê û got, "em dest bi pîrozbahiya xwe dikin" bi çekip û tililiyan erd û ezman hejiya. Axaftina destpêkê li ser navê Fermandariya YPG'ê ve hat kirin. Di axaftinê de bal hat kişandin ser girîngiya hêza parastinê ya ji nava gel derketiye holê û girîngiya rola wê ya parastina şoreşê hat destnîşankirin. Û li dijî êrîşan behsa berxwedana gel û hêzên parastinê bi hev re hat kirin. Li ser navê Serokatiya Meclîsa Gel a Efrînê axaftin hat kirin. Dûre ji Konseya Bilind a Kurd Reşîd Şaban peyivî. Yek ji axaftinên herî girîng ên li pîrozbahiyê li ser navê Meclîsa Biratiya Gelên Kurd û Ereb hat kirin. Di axaftinê de hat destnîşankirin ku li ser bingeha jiyana aştî û biratiyê ya gelan de, şoreşa Rojava şoreşeke gelan e.
Û STRANÊN ŞOREŞÊ DENG VEDAN
Piştî axaftinan, bernameya pîrozbahiyê ya ji aliyê Tevgear Çandê ya Demokratîk ve hat amadekirin, destpê kir. Oan Hesen Mûhammed, Hisên Xanî û Grûp Engîzek derketin ser dikê. Di pîrozbahiyê de bi tenê stranên şoreşê hatin gotin. Piştî ku koma govendê ya Şehîd Diyar derket meydanê jî, girseya gel a li qada pîrozbahiyê kom bi kom di nava xwe govend gerand. Pîrozbahî hînê dewam dikin. Piştî ku roj tarî bû, komeke ji 300 kesî ya ser bi Tevgera Ciwanan a Şoreşger daket kolanan û bi dahol, zirne û flamayan meşiya. Li dû tûreke bajêr, careke din vegeriyan qada pîrozbahiyê. Û li ber dahol û zirnê govend gerandin.
LI HEFT NAVÇEYÊN EFRÎNÊ PÎROZBAHÎ HEBÛN
Li heft navçeyên Efrînê di heman saetan de pîrozbahî hatin kirin. Pîrozbahiyên li navçeyan ên min xwe gihandê, mîna pîrozbahiya li navendê bi coş, bedew û rengî derbas bûn. Pîrozbahiyên li navçeyan hînê dewam dikin.
Belê îro li hemû bajar û gundên Rojava, bi wesîleya yekemîn salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê pîrozbahî hebûn. Pîrozbahî di rewşa cejnê de derbas bûn. Ev jî yek ji mafên wan ên herî xwezayî ye. Hesreta sedan salan pêk anîn û xwe gihandin azadiyê. Mafê wan e ku vê rojê bi awayekî azad pîroz bikin.