Salih Mûslim: Wê hevdîtinên me bi Barzanî re bidomin

Salih Mûslim: Wê hevdîtinên me bi Barzanî re bidomin

Civîna di navbera partiyên Kantonên Rojava û partiyên Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya li gel Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî bi dawî bû û wê civîn sibe jî bidomin.

Hevserokê PYD’ê Salih Mûslim der barê civînê de ji RojNewsê re axivî û wiha got: “Me îşev du civîn li dar xistin. Yek ji wan ez û Birêz Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bû. Ya din jî partiyên Kantonên Rojavayê Kurdistanê ya ku ji 19 partiyan pêk tê û partiyên ENKS’ê ya li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bû.”

Civîna di navbera endamên Kantonên Rojava û ENKS ya li gel Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî wê sibe saet 09.00’an berdewam bike.