Salih Muslim: Em ji civînan bi hêvî ne

Salih Muslim: Em ji civînan bi hêvî ne

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim civînên li Herêma Federal a Kurdistanê têkildarî Rojava didomin nirxand û got ku di mijara ku ji civînan encamek bê stendin bi hêvî ne.

Hevserokê PYD’ê Salih Mûslim di hevpeyvîna li gel RojNewsê de behsa civînên li Duhokê, hevdîtinên wan ên bi berpirsên Amerîka, nasandina kantonên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Parlamentoya Herêma Federal Kurdistanê ve û êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê dike.

ME PROJEYEK 3 XALÎ PÊŞKÊŞÎ ENKS’Ê KIR

Civînên we yên li gel ENKS’ê di çi astê de ne û gihiştine ku derê?

Me projeyek pêşkêşî aliyê beramber kir û ji sê xalan pêk tê. Ya yekemîn pêkanîna lêvegereke siyasî, li ser wê yekê lihevkirin çêbûye û pirsgirêk nemane. Ya duyemîn jî rêveberiya xweseriya demokratîk e û guftûgo li ser dikin ku partiyê din jî tevlî vê rêveberiyê bibin. Ji ber em dixwazin ev rêveberî dewlemendtir be, deng û rengên zêdetir beşdar bikin. Xala sêyemîn jî mijara leşkerî ye. Ev peywendî jî pêwîstî bi siyasiyan ve tune ye. Divê ev mijar li gel YPG’ê were yekalîkirin. Bêguman ew dixwazin guftûgo li ser bikin, lê ev ne karê me ye. Xwediyê vê pirsgirêkê YPG ye. Ti bixwazî yan na, niha li Rojavayê Kurdistanê rewşekî hestyar heye. Fermandarên wan hene û divê li gel wan ev mijar were guftûgokirin. Em ti tiştekî der barê leşkerî de guftûgo nakin. Ji ber ezmûnên me li welatên herêmê û welatên cîran heye. Ev ezmûn li Başûrê Kurdistanê û Lubnanê hebû, encamên vê jî xerab bûn. Her wiha bû sedema şer û bûyerên diltezîn. Eger leşkerên her partiyeke siyasî hebe, divê li gel derdora xwe hev bigrin û erkê dikeve ser milê wan, bêne cih. Ji ber ku divê hêzeke leşkerî hebe. Çi kesê bixwaze, dikare beşdarî YPG’ê bibe. Em dixwazin li gel wan hevbeş bin û gelek guftûgo hatine kirin ku ew jî beşdar bibin. Em dixwazin li gel wan hevbeş bin û guftûgo hatine kirin û ji bo ew jî beşdar bibin.

Gelo ENKS daxwaza çi kiriye û ji bo beşdarbûna di nava rêveberiya xweser de çi mercê wan heye?

Karên ku me li Rojava kirine, me yasayek jêre daniye. Hevpeymaniya civakî heye, hemû tiştên me çêkirî û encamdayî, me bi awayekî demokratîk dariştine. Tevî ku li ser xalên serekî jihevtêgihiştin çêbûye, em bixwazin nexwazin encûmen û îradeyek siyasî heye. TEV-DEM nikare bi tenê karên xwe bi rê ve bibe, em hatine ba hev û ji bo jihev têbigihin, rêkeftinê çêkin û li Rojavayê Kurdistanê yekîtiyekê çêkin. Bêguman dîtinên cuda û nakokî wê hebin, ev tiştekî asayî ye. Niha em li ser wê yekê gihiştine rêkeftinê ku komîteyeke hevbeş were damezirandin. Ev komîte tenê ji bo aliyê Kurdan e, ew guhertin û pêşniyarên hebin, nabe tenê yên aliyekê bin. Tenê ew komîte dikare li gel aliyên din guftûgoyan bike. Rast e tiştên ku me kirine demokratîk in, giraniya xwe dixe ser rêxistinên sivîl û dezgehên gel. Lê hinek pêşniyarên ENKS’ê hene dibe sedem ku rêveberî bibe rêveberiyeke navendî. Lê em nixwazin ev bibe hincet ku civînên me bê encam bimînin. Em ê li ser civînan berdewam bin, ger bi başî em nêzî civînan bibin; em dikarin vê jî derbas bikin û bigihin rêkeftinê.

CIVÎNA HEWLÊRÊ WISA KIR KU ÎRO EM LI VIR BIN

Ger civînên li Duhokê wekî yên Hewlêrê bê encam bimînin, bi baweriya we wê çi bandorê li Rojavayê Kurdistanê û şoreşa Rojava bike?

Encamên civînên Hewlêrê hebûn, ji ber ku Desteya Bilind a civînên Hewlêrê hinek biryar da. Civîna Hewlêrê wisa kir ku îro em li vir bin û asta hinek biryarên xwe kêm bikin û ji bo di navbera aliyên Rojavayê Kurdistanê de yekîtiyek çêbibe. Rastiya wê ew bû, hinekan xwe ji encamên wan civînan dûr xist û xwestin hilweşînn. Ez dikarim bêjim ne bê encam bû û berdewam jî bû, lê bi seqetî. Ji ber hinek kes hebûn beşdar bûn û biryar jî dan, lê piştre xwe dûr xistin. Civîn zêdetir pêwîstî bi cidiyeta têgihiştin û fikir heye. Hinek alî ne cidî bûn, em hêvîdar in ku aliyên niha em li gel dicivin di hevdîtinan de cidî bin. Divê heta dawiyê li gel biryarên ku li ser didin girêdayî bin û di pratîkê de kar li ser bikin. Em naxwazin biryar tenê nivîskî bin. Her kes dikare biryarê bide, lê gelo di pratîkê de kî wê bêne cih?

Bêguman hevgirtina Kurdan di aliyê manewî de gelek girîng e, tevî ku gelê Rojava serkeftî bû û xwe bi rêxistin kiriye. Yek ji serkeftinên gelê Rojava jî, berxwedana Kobanê ye. Lê ji bo em bihêztir bin, divê em hev bigrin. Êrişên li dijî Kobanê, li dijî tevayî gelê Kurd in. Lewra divê em xwe bi yekîtiya gelê Kurd biparêzin, her wiha ger em bixwazin xwe biparêzin yasaya parastina rewa heye. Yasayeke û her kes dikare beşdar bibe. Her kesê beşdar jî bibe, divê 6 mehan perwerdeya leşkerî biqedîne. Ji ber em bixwazin an na, wê ev şer û êriş berdewam bikin. Ji ber vê yekê pêwîst e her kesek ji bo parastinê xwe fêr bike û çek bi kar bîne. Lê hinek alî û kes hebûn, ev nedipejirandin û digotin, leşkerî bi zorê nabe. Di gotin, ev tê wateya koçkirinê û xwe ji erkê parastinê dûr dixistin. Lê ya rast a berevajî wê ye, ji ber ku ti werî, bi çek û îradeya xwe, kerameta xwe biparêzî, ev ne koçkirin û xwe ferzkirin e? Em dibêjin, were fêr bibe û bi kêfxweşî weke lehiyê kes beşdarî YPG’ê dibin. Pêwîstiya YPG’ê bi kesê naxwazin beşdarî erkê parastina rewa bibin, tune ye. Lewra ev germbûna li gel, divê em girîngiyeke taybet bidinê. Hevgirtin û xizmetkirina gel û niştîman karê herî baş e.

DIVÊ EM JI GEL RE BIBIN BERSIV

Gelê me daxwaza gelek tiştan ji me dike, divê em weke partiyên siyasî ji gel re bibin bersiv. Lê mixabin heta niha hinek alî hene û ti tiştek nekirine, erkê li ser milê xwe cihbicih nekirine. Ger gelê me li benda hinek aliyan bûya, nedikarî vê berxwedanê encam bide. Wek mînak, temaşeyî Kobanê bikin û temaşeyî Şengalê jî bikin. Ji ber ku gelê Kobanê hatibû birêxistinkirin, bi xwe tevlî parastina rewa bûn û xwe parastin. Li aliyekî din ji ber gelê Şengalê ne rêxistinkirî bû, çi bi serê gelê me yê li wir hat. Bêguman tişta hat serê gelê Şengalê, weke hat serê hemû gelê Kurd tê hesabkirin. Ji ber vê yekê em dixwazin gelê me xwe birêxistin bike, xwe bi çek û îradeyê xwe biparêzin.

HÊVIYÊN KU ME HETA NIHA JI BO CIVÎNAN LI GEL ENKS’Ê HEBÛN, DERNEKETINE HOLÊ

Civîn berdewam dikin, gelo çi faktor hene ku bibin sedema serkeftina van civînan?

Pêwîstiya van civînan bi cidiyetê heye. Têgihiştinek ku bi rastî baweriya mirov bi gelê mirov were û mirov ji gelê xwe netirse. Ger gelê te birêxistin bû, jê netirse û gel wê bi xwe, xwe birêxistin bikin. Ger têgihiştin û cidiyet hebû, em bawer dikin ku serkeftin hebe. Bêguman rêxistina gelê me fêm kirin û cidiyeta me bûye sedem ku Kobanê Kurd bi cîhanê bide naskirin. Niha çavên hemû civaka navneteweyî li Kobanê ye, ji ber ku hemûyan fêm kirin em girêdayî gelê xwe ne. Her wiha têgihiştin ku me li dijî êrişên çeteyên DAIŞ’ê berxwedan kir û me karî wan bişkênin. Her wiha em çend li ser mafê xwe cidî ne û ev jî tiştên xwezayî ne. Civaka navneteweyî jî ji mêj de dizane ku em heta çi astê girêdayî gelê xwe ne, lê hinek alî hebûn nedihiştin em bikevin rojeva cîhanê. Propagandaya nerast dikirin û di gotin, ew li gel rejîmê ne, dîktator in û naxwazin kes silavê bide wan. Bi milyonan dolar xerc kirin û ji bo li dijî me propagandaya nerast bikin. Lê îro diyar bû, em kî ne, ji ku derê hatine û armanca me çi ye. Mixabin hêviyên ku me heta niha ji bo civînan li gel ENKS’ê hebûn, derneketine holê.

Heta çi astê hêviya we bi civînên li gel ENKS’ê heye?

Civînên me berdewam in û armanca me yekîtiye. Bêguman hêviyên me ji van civînan hene. Ger hêviyên me nebûna, niha em ne li vir bûn û em ê çûbana mala xwe. Em hewl didin ku civîn erênî derbas bibin.

Berî çend rojan we li gel nûnerê Amerîka civînek li dar xist, gelo naveroka civînê çi bû û we behsa çi kir?

Di naveroka civînê de gelek tişt hebûn, lê ez dixwazim tiştekî li ser civînan bêjim. Ev cara yekemîne Amerîka pirsa fikir, siyaset û projeyên me dike. Amerîka dixwest projeyên me yên ji bo navçe û Sûriyeya pêşerojê bizane. Berê pirsgirêkên Amerîka li gel me hebûn, lê dûr bûn. Ev cara yekem e Amerîka guhdariya me dike, êdî ev jî derfeteke baş e. Êdî em jî ji bo hemû cîhanê vekirîne. Em di wê baweriyê de ne em dikarin bi diyalog û danûstandinan tiştên giring ji bo gelê xwe bikin. Em dostaniyê li gel hemûyan dikin. Ji ber ku diyalog, danûstandin û guftûgoya li ser mijaran, me digihîne hev û wisa dke ku em ji hev fêm bikin û bibin dost. Ev civîn jî derfeteke baş bû, ji bo em û Amerîka hev nas bikin.

Gelo civînên we yên li gel Amerîka û piştgiriya navneteweyî ya ji bo we, wê heta ku derê zextê li Tirkiyeyê bike û wê bandora wê ya ji bo Rojavayê Kurdistanê çi be?

Bêguman Tirkiye di van demên dawiyê de li ser asta navneteweyî gelek tişt winda kirin. Tirkiye bi piştgiriya terorê îspat kir ku ne cidî ye. Zext li Tirkiyeyê tên kirin, lê em bixwazin an na Tirkiye dewlet e, gelek dewlet û aliyan daxwaz jê kir ku rê veke û ji bo alîkarî bigihe Kobanê. Heta niha guhdariya kesê nekiriye, berevajî piştgirya wan a ji bo DAIŞ’ê berdewam e. Berê hinek alîkariyên mirovî dişand ji bo Rojavayê Kurdistanê, lê niha ew jî nemaye. Heta niha civaka navneteweyî berdewam e û ji bo zextê li Tirkiyeyê bike. Gelo Tirkiye wê piştgiriya xwe ya ji bo terorîstan rawestîne yan na? Em ê vê pirsyarê ji bo siberojê bihêlin, bila Tirkiye xwe ji daxwazên Kurdan rizgar bike. Em dest ji doza xwe bernadin û bila ji Kurdan jî netirsin. Em li gel hemû netewe, ol û etnîkan dikarin bijîn, Kurd ne weke neteweyeke din e û em ji bi hev re jiyanê hez dikin.

DAIŞ JI BO JINAVBIRINA KURDAN HATIYE ÇÊKIRIN

Hûn piştgiriya parlamentoya Herêma Kurdistanê ya ji bo Rojavayê Kurdistanê çawa dinirxînin?

Bêguman tiştekî pîroz e parlamentoyê bi xwe biryar dabe piştgiriya xweseriya demokratîk û berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê bike. Di vê demê de ji bo me pir girîng e. Ger heta niha tenê manewî be, lê ji bo me karekî girîng e û em hêvîdar in encamên zêdetir derkevin. Bi rastî pêwîstiya me bi tiştên wiha heye, em hêvîdar in piştgiriya wan a ji bo xweseriya demokratîk û gelê Rojava zêdetir be. Me dixwest 105 parlamenter deng bidin, ne ku 79 kes. Civîn, xwepêşandan û piştgiriyên ji bo Rojava pîroz dikim. Ji ber ku em niha di rewşeke hestyar de ne, terorîstên DAIŞ’ê ji bo ruhê me Kurdan hatine avakirin. Bi taybet ji bo jinavbirina Kurdan hatiye çêkirin. Dema êrîşî Mûsilê kirin, Kurd ji wir derxistin an jî serê wan jêkirin. Piştî êrîşa Şengal û Mexmûrê, êrîşî gelek cihên din  ên Kurdan kirin û niha jî êrişî Kobanê dikin. Niha nayê zanîn piştî Kobanê wê êrîşî kîjan cihê Kurdistanê bikin.