Şahiyên 4’ê Nîsanê li Kobanê û Amûdê didomin

Şahiyên 4’ê Nîsanê li Kobanê û Amûdê didomin

Gelê Kobanê û Amûdê bi mebesta pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şahiyên bi girseyî  li dar xistin. Di şahiyan de dirûşmeyan ku dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd re tînin ziman hatin qêrîn.

Li Rojavayê Kurdistanê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 1’ê Nîsanê de destpê kiribûn, bi bernameyên curbicur didomin. Duh êvarê jî li bajarên Amûdê û Kobanê şahî hatin lidarxistin.

AMÛDÊ

Rojbûna Rêberê  Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Navenda Hûrî ya Çand û Hunerê bi beşdariya dehan jinan bi şahiyekê hate pîrozkirin. Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Dayîkên aştiyê ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd find pêxistin.

Endama Yekîtiya Star Raperîn Cûdî jî di şahiyê de axaftinek kir. Cûdî,  64’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd wekî rojek nû ji bo gelê Kurd û gelên cîhanê pênase kir û wiha got “Rêber Ocalan tenê kesayetek nîne, di heman demê de felsefeya jiyana azad e. Îro ev felsefe mîrovahiyê ronî dike. Cûdî, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew bi munasebeta Rojbûna Rêberê Gelê Kurd soza xwe bi Ocalan nûdikin.

Di şahiyê de her wiha sînevîzyona ku ji axaftinên Ocalan hatibû amadekirin hate temaşekirin. Di Şahiyê de pêşengeha ji pirtûkên Rêberê Gelê Kurd pêk dihat jî hate vekirin. Di şahiya pîrozbahiyê de jinan bi dirûşmeyan dilsoziya xwe bi Ocalan re nîşandan.

KOBANÊ

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Kobanê jî li Navenda Çand û Hunerê ya Gundê Helincê bi beşdarbûna şêniyên bajêr bi şahiyekê hate pîroz kirin. Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir.  Piştre Koma Berbang û Koma Şehîd Şîlan yên Kobanê govendên folklorî pêşkêşkirin. Di şahiyê de welatiyan dirûşmeyên dilsoziya bi Ocalan re berzkirin û posterên Ocalan hilgirtin.

Jinên beşdarî şahiyê bûn keyfxweşiya xwe nîşandan, rojbûna Ocalan pîrozkirin û daxwaz kirin ku pîrozbahiyên sala were bi amadebûna Rêberê Gelê Kurd Ocalan re werin lidarxistin.