Şahidên Parîsê behsa hovîtiya rû da kirin
Şahidên êrîşên hemwext ên duh bi şev li Parîsê pêk hatin behsa wan kêliyan kirin.
Şahidên êrîşên hemwext ên duh bi şev li Parîsê pêk hatin behsa wan kêliyan kirin.
Yek ji şahidê li salona konserê ya Batachan a herî kêm 100 kesî jiyana xwe ji dest da ji Reuters re axivî. Şahid got: “10 an jî 15 deqeyan dewam kir. Sê an jî çar caran çekên xwe dagirtin û cardin êrîş kirin. Kesên li erdê hedef digirtin. Me li pişt dikê xwe veşart. Dema dengê çekan sekinî em derketin. Kolan tijî xwîn, bi mirov û birîndaran tijî bûn.”
Şahidekî din jî wiha got: “Her kes birîndar bû û li erdê mirov hebûn. Min xwe li pişt konsol veşart. Zêdetirî 20, 30 caran gule reşandin. Ez li ser bedenên mirovan reviyam. Li her cihî xwîn hebû. Li kolanan mirî hebûn.”
Li nêzî Stade de France ku maça Fransa-Elmanya ya dostaniyê dihat lîstîn 3 teqîn çêbûn. Heta demekê destûr nehat dayîn kesên li stadê ku Serokkomarê Fransa François Holland jî di nav wan de bû derkevin.
Şahidekî din jî wiha axivî: “Em çend deqeyan meşiyan û li jêr di sehayê de em kom bûn. Paşê me dengê girî bihîst. Ev girî zêde bû û agahiya mirovan ji êrîşên li Parîsê çêbû. Her kesî dest bi revê kir. Hêzên ewlekariyê destûr nedan kes derkeve. Em paşê derketin derve.”