Şahidê bûyerê behsa JÎTEM a li Qoserê kir
Şahidê bûyerê behsa JÎTEM a li Qoserê kir
Şahidê bûyerê behsa JÎTEM a li Qoserê kir
Endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Mehdî Aslan, ku dema Atîlla Ûgûr Fermandariya Alaya Jendermeyan dikir û weke bepirsyarê JÎTEM'ê yê Qoserê dihat zanîn, ew jî Serokê DEP'ê yê Bajarê Mêrdînê bû, ji kuştinên kiryar ne diyar, şewitandina gundan re şahidî kir û behsa van bûyeran kir. Aslan da xuyakirin ku eger bîra Tilzerîn a lê hestiyên 4 kesan hat dîtin hîn kûr bê kolandin, wê gelek hestiyên din bên dîtin û got, "Ew bîr, bîra cesedan a Atîlla Ûgûr e."
Serdozgeriya Komarê ya Qoserê, lêpirsîna xwe ya li ser kuştinên kiryar ne diyar, şewitand û valakirina gundan ên li navçeya Mêrdîn Qoserê di navbera salên 1993-1996'an de temam kir û der heqê endamên JÎTEM'ê de fezleke amade kir. Di fezlekeyê de kuştinên "kiryar ne diyar", valakirin û şewitandina gundan weke pêkanînên "rêkûpêk" ên JÎTEM'ê hatin binavkirin û hat destnîşankirin ku Ûgûr berpirsyarê JÎTEM'ê yê Qoserê ye.
Gelek şahidên wê demê dibêjin, kuştinên kiryar ne diyar û valakkirina gundan ên navbera salên 1993-1996'an de yekser bi agahî û erêkirina Ûgûr hatine kirin.
Endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Mehdî Aslan, ku dema Atîlla Ûgûr Fermandarê Alaya Jendermeyan a Mêrdînê bû, ew jî Serokê DEP'ê yê Mêrdînê bû, der heqê komkujiyên wî jê re şahidî kiriye de, yekemcar ji ANF'ê re axivî. Aslan got, "qêrîna zarok keç a 13 salî ya ji ber destavêtina cerdevan û leşkeran, hînê di guhê min de ye" û piştrast kir ku saziyên dewletê yên edlî û rêveberiyê yên navên wan di fezlekeyê de derbas dibin, çavên xwe li karên JÎTEM'ê girtine. Alsan da xuyakirin ku eger dozgerî der heqê mijarê de lêpirsînê bide destpêkirin, ew dikare îfadeyê bide.
Mehdî Aslan bûyera kuştina 7 kesan a Kanûna 1993 a li gundê Elî Dizkê, kuştina 3 gerîlayan û definkirina wan bi awayekî komî ya li Xursê, li gundê Bakûstan piştî şer destavêtina keçeke 13 salî ya li ber çavên dayika wê ya ji aliyê leşker û cerdevanan re, ku ji van hemûyan re şahidî kiribû, ji ANF'ê re vegot.
'BÛYERÊN KUŞTINÊ JI NIŞKA VE ZÊDE BÛN'
Bi hatina Atîlla Ûgûr re, li herêma Mêrdînê çi bûyer qewimîn?
Dema Hasan Atîlla Ûgûr di dawiya sala 1992'an de hat Qoserê, min wezîfeya Serokatiya DEP'ê ya Bajarê Mêrdînê dikir. Dikarim bêjim ku dema Atîlla Ûgûr li Qoserê bû Fermandarê Alayê, bûyerên kuştin, wendakirina di bin çavan de û şewitandina gundan de zêde bûn.
Dema Ûgûr bû Fermandarê Alaya Qoserê, roj nebû ku xebereke mirinê ya wendakirinê neyê. Atîlla Ûgûr ji bilî nasnameya "Fermandariya Alayê ya Qoser", di heman demê de serkêşê organîzasyona kontr-gerîla ya li herêma Mêrdînê bû.
Ez di wê baweriyê de me, ku Qeymeqamê Qoserê yê wê demê jî parçeyek ji vê organîzasyonê bû. Şewitandina gundan, wendakirina mirovan, yekser kuştina mirovan ji nişka ve li herêma Mêrdînê bûn parçeyek ji jiyana rojane.
'JI HEMAN MALÊ 7 KES LI NÊZÎ RÊYA ÎPEKÊ HATIN KUŞTIN'
Di gelek bûyerên dema Ûgûr de qewimîn de, weke Serokê DEP a Mêrdînê we di cih de şopandin, hûn dikarin hinekî beha van şahidiyên xwe bikin?
Wê demê, bi agahî û erêkirina Atîllah Ûgur hejmareke zêde kuştina mirovan rû dan. Yek ji bûyerên ku herî zêde bandor li min kir, li gundê Elî Dizkê rû da. Li ser rêya Qoser-Wêranşarê, 5-6 kîlometre dûrî Qoserê li gundê Elî Dizkê yê ji 10-15 malan, gundiyên bi paşvanê "Yîgît" ku xizmên hev bûn serê sibê ji aliyê leşkeran ve ji malên xwe hatin birin û li cihekî nêzî Rêya Îpek, dest, mil, çav û devên wan girtî, bi du fîşekên li serê wan hatibûn xistin, kuştî hatin dîtin.
Weke Serokê DEP'ê yê Bajêr, der heqê bûyerê de ez çûm bi Qeymeqamê Qoserê re hevdîtinê bikim, lê qeymeqam bi armanca nixumandina bûyerê ji min re got, "Hûn hewl didin dewletê qirêj bikin, tiştekî weha tineye." Yek ji parçeyê girîng ê çeteya kontra ya li herêma Qoserê, Qeymeqamê Qoserê yê wê demê bû.
‘3 GERÎLA DI HUNDURÊ KORTEKÊ DE HATIN DEFINKIRIN’
Dîsa bûyereke din a ez lê rast hatin, li gundê min bi xwe li Xursê rû da. Di Îlona sala 1993'an de 2 jê jin 3 gerîla di operasyona artêşa Tirk de hatin kuştin û dûre bi fermana Atîlla Ûgûr li kortekê hatin definkirin.
Dîsa bi fermana Atîlla Ûgur, beşek ji wesaîtên li gund û wesaîta min ji aliyê leşkeran ve hat şewitandin.
‘QÊRÎNA ZAROKA RASTÎ DESTAVÊTINÊ HAT HÎNÊ DI GUHÊ MIN DE YE'
Di heman roja Îlona sala 1993'an de, em pê hesiyan ku li gundê Bakûstan ê navçeya Stewrê pevçûn derketiye û li ser vê yekê weke heyetekê em çûn cihê şer. Dema me xwe gihandin gund, bûyera derket pêşberî me, ezê ti carî ji bîr nekim. Zaroka keç a 13 salî dema zilam didît, bi kirasê xwe digirt û heta jê dihat diqîriya. Piştî ku pevçûn qediya, cerdevan û tîmên taybet ên leşkeran li pêşiya çavê dayika wê, gelek caran dest avêtibûn wê zaroka keç. Ezê qêrîna wê zarokê û wan nêrînên bi tirs, ti carî ji bîr nekim.
Piştî vê trajediya min jê re şahidî kir, Atîlla Ûgûr der heqê xebatên min ên ji bo "redkirina cerdevaniyê" bang li min kir. Ji min re got ku li dijî cerdevaniyê propaganda dike û gef li min xwar ku divê ez vê nekim. Wê demê min ji Albay Ûgûr re behsa destavêtina li Bakûstan kir û min jê re got, ji ber vê yekê ez li dijî cerdevaniyê me.
'BÎRA BÛQETÊR BÎRA CESEDAN A ATÎLLA ÛGÛR E'
Li cihên mîna Tilzerîn, Bûqetêr, hestiyên mirovên di dema Atîlla Ûgûr de hatin kuştin, hatin dîtin. Ew hestiyên ji wan deveran derketin, gelo têra ravekirina kuştinên wê demê dikin?
Li Qoserê, hestiyên çar kesên di dema Atîlla Ûgûr de hatin kuştin, hatin dîtin. Lê belê, eger ew bîra li gundê Bûqetêr a hestiyên mirovan lê hat dîtin, hîn bêtir kûr bê kolandin, wê hestiyên bi dehan mirovan derkevin holê. Hestiyên derketine holê, bi tenê beşeke biçûk a bûyerên kuştinê yên bi agahî û erêkirina Atîlla Ûgûr nîşan didin.
Eger bîra li gundê Bûqetêrê kûr bê kolandin, wê were dîtin ku fireh dibe. Ew bîr, bîreke avê bû. Lê piştî ku cesedên mirovên hatin kuştin avêtin wê bîrê, herî dawî bi bombeyan hilweşandin û xetimandin. Ser cihê kûr û dorfireh ên bîrê, hat girtin.
Ez di wê baweriyê de me ku ji ber bîr hat hilweşandin, hestiyên hatine dîtin bi tenê hestiyên li ser rûyê erdê ne. Bi dîtina min, eger kolandin hîn bêtir kûr biçe wê gelek hestiyên bi dehan mirovan bên dîtin. Ew bîr bîra cesedan a Atîlla Ûgûr bû. Ji bîrê bi tenê cesedê 4 kesan hatin derxistin, ev gelekî kêm e. Li wê bîrê hestiyên bi dehan mirovan hene.
DI DOSYA JÎTEMÊ DE ÇI HENE?
Bi fezlekeya Serdozgeriya Komarê ya Qoserê re, xebatên JÎTEM'ê yên li Qoserê cara yekemîn bi awayekî fermî hat ravekirin. Hasan Atîlla Ûgûr bi sûcê "Avakirin û rêvebirina rêxistina çekdar, bi zanebûn kuştina mirovan, bêparhiştina mirovan ji azadiyê, êşkence" weke gunehkarê sereke tê dîtin.
Di fezlekeyê de tê ragihandin ku Abdulvahap Ateş, Mahmut Abak, Yusuf Tunç, Hidir Oztur, Zubeyîr Bîrlîk, Abdulbakî Bîrlîk, Kemal Bîrlîk, Zekî Alabalik, Mendûh Demîr, Nûrettîn Yalçinkaya, Necat Yalçinkaya û Mehmet Emîn Abak di navbera salên 1993 û 1996'an de li Qoserê hatine wendakirin û 22 kesên xizmên xwe wenda kirine, bi navê mexdûran serî li dozgeriyê dane.
Di daxwaznameya malbatên mexdûr ên parêzerên wan 6'ê Sibata sala 2013'an radestî Serdozgeriya Komarê kirin, hin bûyerên din hene ku tê xwestin werin ronîkirin:
- Di sala 1995'an de piştî hat bihîstin Kemal Bîrlîk û Zekî Alabalik wê ji Girtîgeha Qoserê bên berdan, xizmên wan Zubeyîr Bîrlîk û Abdulbakî Bîrlîk ji Bêdlisê hatin Qoserê, lê ji van her çar welatiyan xeber nehat girtin,
- Welatiyê bi navê Abdulvahap Ateş, di 14'ê Hezîrana 1994'an de li navçeya Qoserê ji aliyê jendermeyan ve ji mala xwe ya li gundê Kirkûyû hat ragirtin, ji wê demê ve hay jê tineye. Piştî ku ev welatî hat binçavkirin 3 roj piştre hat bihîstin ku li Qoserê di şer de du endamên rêxistinê hatine kuştin, lê belê cesedên wan şanî malbatê nedan,
- Di sala 1995'an de Necat Yalçinkaya û birayê wî Nûrettîn Yalçinkaya ku hingî li Qoserê zabita bûn, ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin û xeber ji van nehat girtin. Tê gotin cesedên li bîra Bûqetêrê hatine dîtin ên van kesan e,
- Di 9'ê Sibata sala 1994'an de kesê bi navê Yûsûf Tûnç li gundê Kerengo yê Qoserê hat revandin û êdî ji wî xeber nehat girtin,
- Di sala 1994'an de Abdurrahman Bûlût li Qoserê hat revandin û ji hingî ve haya kesî jê tineye,
- Di sala 1994'an de Huseyîn Çelebî hat binçavkirin û ji wê demê ve haya kesî jê tineye,
- Di 14'ê Çileya sala 1995'an de Mehmet Emîn Abak ê mînîbusa navbera Qoser û Mêrdînê diajot û hevkarê wî Mahmût Abak ji gundê Eroglû yê Mêrdînê ji aliyê leşkeran ve ji malên xwe hatin binçavkirin û cenazeyê Mahmût Abak piştî demekê li bîra gundê Aysûnê yê Qoserê hat dîtin,
- Di 20'ê Mijdara sala 1994'an de Suleyman Abak ê di navbera Qoser û Mêrdînê de ajokariya mînîbusê dikir bi Abdûrrahman Abî re hatin binçavkirin û piştî demekê Şaredariya Wêranşarê li malbatên wan geriya û gotin "Li nêzî Sêrêya Navçeya Dêrikê li nêzî qereqolê du cesed hatine dîtin." Lê belê ji ber ku cenaze parçe parçe hatibûn kirin, malbatan nekarî ji wêneyê ji wan re hatibû nîşandan, cenazeyan teşhîs bikin. Haya kesî ji van mirovan jî tineye,
- Di sala 1993'an de Hidir Ozturk li gundê Bagiş ê navçeya Qoserê ji aliyê kesên di wesaîteke spî ya bi marqeya Toros hat binçavkirin, cesedê vî kesî li ser rêya Qoser-Denktaşê hat dîtin. Du meh piştî kuştina Hidir Ozturk, Şîrîn Ozturk ê li ser reya gundê Bagişê dimeşiya hat revandin û cesedê wî jî li ser rêya gundê Circib hat dîtin,
- Hat ragihandin di nava meha Kanûna sala 1993'an de li gundê Elîdizkê yê Qoserê welatiyên bi navê Îzzettîn Yîgît, Mehmet Alî Yîgît, Mehmet Nûrî Yîgît, Abdulvahap Yîgît, Abdulbakî Yîgît, Abdûrrahman Ozturk û Tacettîn Deger hatine kuştin û bi îhtimaleke mezin ev her heft kes ji aliyê wezîfedarên dewletê yên wê demê ve hatine kuştin, lewma hat xwestin bûyer bê ronîkirin.