Şahid: Leşkeran Demîr hedef girt

Şahid: Leşkeran Demîr hedef girt

Endama DBP MYK’ê Semra Demîr ku bi bombeya gazê ji serê xwe bi giranî birîndar bû, hatibû gotin ku ji aliyê leşkeran ve hedef hatiye girtin û ev ji aliyê şahidan ve hate piştrastkirin. Şahid Rukneddîn Fîutoglu got: “Rasterast êrîşî me kirin. Bombeyên gazê avêtin me. Yek hat li serê Semrayê ket.

Semra Demîr a li sînorê Kobanê li gundê Hemserê di 15’ê Cotmehê de rastî êrîşa leşkeran a bombeya gazê hat rewşa wê hê cidî ye. Demîr li Nexweşxaneya Mehmet Akîf Înan tê dermankirin û bi dermanan hewldan tê dayîn ku xwîna ji serê wê dihereke bê sekinadin. Roja ku êrîş pêk hat wesayîta Demîr tê sekinandin û ji aliyê tîmên taybet ve rastî tehdîda hûn li vir çalakiya organîze dikin tê. Demîr li ser vê di saetên êvarê de jî bi bombeya gazê hat birîndarkirin.

Şahidê bûyerê Runeddîn Fîutoglu axivî û got: “Roja bûyerê saet di 14’an de wesayîta Demîr têde ye tê sekinandin û polîs tehdîda ‘ plakaya we di bin şopandinê ye, der barê we de gilîkirin heye. Hûn  ji kengî ve li vir in? Çalakiyên nobetê hûn organîze dikin’ tê.

Fuîtgolu got: “Ez û Semrayê em çûn gundê Mehserê.beriya mudaxaleya leşkeran ji bo ku em wesayîtê ji rê bikişînin em li wesayîtê siwar bûn. Piştre hema êrîşan destpê kir. Yek hat li wesayîta me ket. Bombeya hat avêtin li serê Semrayê ket. Pir aşkera ye ku em hedef hatin girtin.”