Li Îrlandaya Bakur bi deh hezaran karmend dest bi grevê kirin
Li Îrlanda Bakur bi deh hezaran karmendên ji ber du salan hêza kirînê xirabtir bûye, dest bi greva bêhempa kirin.
Li Îrlanda Bakur bi deh hezaran karmendên ji ber du salan hêza kirînê xirabtir bûye, dest bi greva bêhempa kirin.
Şazdeh sendîkayên ku nûnertiya sektorên perwerde, veguhestin û hemşîretiyê dikin banga grevê kirin û sendîkayan ev çalakî weke çalakiya endusrîyel a herî mezin a dîroka eyaletê bi nav kirin. Ji ber grevê roja Pêncşemê dibistan girtî man, çûn û hatin rawestiya û xizmetên tenduristiyê asteng bûn.
Roja Pêncşemê bi taybetî li Belfast û Londonderryê xwepêşandanên mezin hatin lidarxistin.
Li Belfastê, hin çalakvanan saziyên herêmî û Wezîrê Brîtanî yê Îrlandaya Bakur Chris Heaton-Harris boykot kirin û li rex wêneyê serokê partiya (DUP) Jeffrey Donaldson ê ku karûbarên giştî asteng dike pankarta "Niha heqdestê adil" an jî “şerm" hilgirtin.
Sal û nîveke ji ber zêdebûna buhayan, di hêza kirînê de rê li ber qeyraneke cidî vekiriye û bi taybetî rewşa li Îrlandaya Bakur dijwar xuya dike.
Greva ku tê texmînkirin zêdeyî 10 milyon sterlîn lêçûye, di heman demê de bû rawestana siyasî ya demdirêj.
DUP’ê di Sibata 2022’yan de ji bo protestokirina tedbîrên piştî Brexitê ji saziyên herêmî vekişiyabû. Li gorî DUP'ê ev tedbîr cihê Îrlandaya Bakur a li Qraliyeta Yekbûyî dixe xetereyê.
Chris Heaton-Harris di daxuyaniya roja Duşemê de got ku bi şertê ku meclîsa herêmî rabe ser piyan zerfek 3.3 milyar £ ku meha borî ji hêla London ve hatiye pêşniyar kirin. Ji vî pereyî 584 milyon £ (643 milyon euro) ji bo zêdekirina mûçeyên sektora gelemperî hatiye veqetandin.
Sendîkayê daxuyand ku ji bo hikûmeta herêmî ji nû ve dest pê bike divê fonên ji bo zêdekirina mûçeyan tavilê serbest bê berdan. DUP’ê, Londonê tawanbar dike ku grevê wekî hêzekê bikar tîne da ku bi zorê dawî li boykota ku wan daye destpêkirin, bîne.
Serokê DUP’ê Jeffrey Donaldson diyar kir ku pere û peywira hikûmeta Qraliyeta Yekbûy heye û dikare tavilê mûçeyan zêde bike.