Rûsya: Xistina balafirê bûyereke gelekî cidî ye
Rûsyayê daxuyaniyek weşand û got, "Sînorê hewayî yê Tirkiyeyê nehatiye binpêkirin, balafir bi êrîşa ji erdê ve hatiye xistin."
Rûsyayê daxuyaniyek weşand û got, "Sînorê hewayî yê Tirkiyeyê nehatiye binpêkirin, balafir bi êrîşa ji erdê ve hatiye xistin."
Di daxuyaniya Serokkomariya Tirk û Artêşa Tirk a li ser balafira Rûs a li sînorê Sûriyeyê hat xistin de hat gotin, "Balafira F-16 a tê texmînkirin a Rûs e, di çarçoveya pîvanên angajmanê de hatiye xistin."
Rûsyayê jî daxuyaniyek weşand û got, "Sînorê hewayî yê Tirkiyeyê nehatiye binpêkirin, balafir bi êrîşa ji erdê ve hatiye xistin."
Der barê mijarê de Berdevkê Kremlînê Dmîtry Peskov axivî û got, "Em pê bawer in ku balafira me li qada hewayî ya Sûriyeyê bû."
Berdevkê Kremlînê Peskov, xistina balafira Rûs a bi tîpa SU-24 weke 'bûyereke gelekî cidî' pênase kir û diyar kir ku 'heta temamiya wêne derkeve holê' hînê zû ye nirxandinek li ser mijarê bê kirin.
Berdevkê NATO'yê jî li ser mijarê daxuyaniyek da û got, "Em bi rayedarên Tirk re di nava têkiliyê de ne" û ragihand ku ew ê agahiyên zêdetir nedin.