Rûsya êrîşên li Til Ebyad û Serêkaniyê şermezar kir
Rûsya êrîşên li Til Ebyad û Serêkaniyê şermezar kir
Rûsya êrîşên li Til Ebyad û Serêkaniyê şermezar kir
Wezareta Karê Derve ya Rûsya’ê êrîşên komên çekdar ên li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û êrîşên li Til Ebyed û Serêkaniyê bi êrîşên hovane û terorîst bi nav kir. Wezareta Karê Derve yê Rûsya da zanîn ku pêwîste derxistina komên Îslamî ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bibe mijarek sereke di hevdîtinên navnetewî.
Wezareta Karê Derve ya Rûsya’ê êrîşên komên çekdar yên li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û êrîşên li Til Ebyed û Serêkaniyê bi êrîşên hovane û terorîst bi nav kir. Wezareta karê derve yê Rûsya’ê dazanîn ku pêwîste derxistina komên Îslamî ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bibe mijarek sereke yê di hevdîtinên navnetewî.Têkildarî Mijarê Wezareta Karê Derve ya Rûsyê îro daxuyaniyek nivskî weşand. Di daxuyaniyê hate diyarkirin ku kurdên aşîtixwaz yên li Rojavayê Kurdistanê rastî êrîşên hovane û terorê hatine, kurdên aştîxwaz ku bi tu awayî neketine nava nakokiyên siyasî û leşkerî yê li Sûriyê dewam dikin, bûne hedefa êrîşan.
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dijwariya li herêmên Serêkaniyê û Til Ebyadê (Girê Spî) yên li ser sînorê Tirkiyê ku gelê kurd lê dijîn, rastî êrîşên çekdarên Îslamî yên radîkal hatine û 500 kurdên sivîl hatin revandin. Di dexuyaniyê de hate gotin ku li gorî agahiyan ku bi dest ketine heta niha 200 sivîl li cem komên çekdar girtîne û wan wekî mertal bikartînin û gelek ji girtiyên sivîl bi serjêkirinê înfaz kirin.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ev komên çekdar bi van kiryarên xwe yên xwîn mij û li dijî mirovahiyê dixwazin di nava pêkhateyên Sûriyên de şerê mezhebî derxin û Sûriyê ji hev qut bikin.
Wezareta Karê Derve dibêje ku bûyerên li Rojavayê Kurdistanê û bi cîhbûna terora îslamî radîkal, bangekek li ji navnetewî ji bo hemû aliyan, hikumet, muxalefetê û kombûna 8᾿an a navnetewî. Pêwîste hemû hêzên xwe bikin yek da ku van komên terrorist ji bêne derxistin û wiha dewamî da daxuyaniya xwe “Ev yek pêwîste bibe yek ji mijarên sereke ku di hevdîtinên navnetwî û bitaybet kongreya ku derbarê Sûriyê ku dê bi însyatîfa Rûsya û Emerîka bê lidrxistin.᾿̓