Rûsya baregeheke din a leşkerî li Sûriyeyê ava dike

Hat ragihandin ku Rûsyayê li navenda Sûriyeyê dest bi çêkirina baregeheke din a hewayî ya leşkerî kiriye.

Hat ragihandin ku Rûsyayê li navenda Sûriyeyê dest bi çêkirina baregeheke din a hewayî ya leşkerî kiriye. Piştî ya li Lazkiye, ev baregeha duyemîn a Rûsyayê ye.

Çavkaniyên leşkerî yên Sûriyeyî dan xuyakirin ku xebatên li baregeha hewayî ya El Şayîrat wê di demeke nêz de temam bibin. Hat ragihandin ku ev der wê bibe baregeheke leşkerî ya Rûs. Balafirgeha Şayîrat bi qasî 40 kîlometreyan li başûrrojhliatê bajarê Hûmsê ye. Li gorî agahiyan, şêwirmendên leşkerî yên Rûsyayê, ev çend hefte ne li baregeha hewayî ya El Şayîrat e. Tê payîn ku di dawiya meha Kanûnê de ev balafirgeh ji bo operasyonan amade be. Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ya navenda wê li Londonê ye, agahiya li ser vê baregeha hewayî piştrast kir.

Saziya Çavdêriyê da xuyakirin ku Rûs ji bo çêkirina pîstên nû û ewlekirina derdorê dixebitin û diyar kir ku di demeke nêz de wê ji bo operasyonên li rojhilatê Hûmsê û rojhilatê Kalamûnê ev baregeh bê bikaranîn.

Herêma Kalamûn li ser sînorê Lubnanê ye û li vê derê dijminê mirovahiyê DAIŞ heye. Rûsya ku di 30'ê Îlonê de li Sûriyeyê dest bi êrîşên hewayî kir, ji bo vê tevgera xwe baregeha leşkerî Hmeymîm a li Lazkiye bi kar dianî.

Rûsya her wiha ji bo êrîşên li dijî DAIŞ'ê yên derdora bajarê kevnare Palmîra, balafirgeha El Tiyas a li rojhilatê Hûmsê bi kar tîne.

Di vê navberê de bi piştgiriya hewayî ya Rûsya re artêşa Sûriyeyê jî li rojhilat û başûrê Hûmsê bi pêş ve diçe. Hêzên rejîmê bi qasî 3 kîlometre nêzî bajarê kevnare Palmîra ne. Bi saya êrîşên hewayî yên Rûs, li eniyên başûr û rojava bi pêş ve diçin. Li derdora bajêr şerekî giran diqewime.