Rustem Cûdî û Arîn Mîrkan ji dayik bûn

Rustem Cûdî û Arîn Mîrkan ji dayik bûn

Li zarokên bêyî hay ji şer hebe ji dayik dibin, navê fermandarên efsanewî yên di Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de jiyana xwe ji dest dane, tê lêkirin. Li cotikên sê roj berê li wargeha ji konan hatin dinyayê, navê yek ji pêşengên PKK'ê yê Rojavayî Rustem Cûdî û yek ji fedaiyên berxwedana Kobanê Arîn Mîrkan a YPJ'yî hat lêkirin.

Kobaniyên ji ber êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ'ê neçar man Kobanê biterikînin, li zarokên xwe yên li wargeha ji konan ji dayik bûne, navê pêşengên PKK'ê û fedaiyên berxwedanê li wan dikin. Li Wargeha ji Konan a Suphî Nejat Agirnasli (Paramaz Kizilbaş) berî sê rojan cotikek hat dinyayê û navê yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Rustem Cûdî yê ji Rojava û ji fermandarên YPJ'ê Arîn Mîrkan a bi çalakiya xwe ya fedaî navê xwe di dil û mejiyê Kurdan de nivîsand, li wan hat kirin.

'HÊVÎDARIM ARÎN Û RUSTEM WÊ LI WELATÊ XWE MEZIN BIBIN'

Dayik Ferîde Hemed ku li gel Rustem Cûdî û Arîn Mîrkan dayika 7 zarokan e anî ziman ku qet nedihat bîra wê cotikên xwe li wargeha ji konan bîne dinyayê. Hemed got, "Berî sê rojan du zarokên min li binê kon ji dayik bû. Her roj ciwanên me dimirin, lê bi mirinê em ê neqedin. Hêvîdar im em ê demek berî demekê li xaka xwe vegerin û Arîn û Rustem jî li welatê xwe mezin bibin. Di roja serketinê de em ê li Kobanê vegerin."

'WÊ BERXWEDANÊ DI NAVÊN ME DE BIBÎNIN'

Bav Rifat Huso da zanîn ku ew ê bi awayekî hêjayî berxwedana Kobanê cotikên xwe mezin bikin û anî ziman ku ji bo parastina Kobanê ji çeteyan, birazek û pismamekî wî li nav refên YPG'ê mane. Huso got, "Birazê min Ednan Huso û pismamê min Situf Huso niha ji bo parastina Kobanê di eniya şer de ne. Li wargeha ji konan cotikê me ji dayik bû, bila hemû cîhan bizanibe ku ew ê êdî navê berxwedanê di navê wan de bibînin. Em gelekî kêfxweş û serbilind in ku Rustem Cûdî û Arîn Mîrkan bûn ferdên malbata me."