Russel Brand piştgirî da Kobanê

Russel Brand piştgirî da Kobanê

Di çalakiya ji bo zêdekirina heqdestên bi deh hezaran kedkaran de, komedyenê navdar ê Îngilîz Russel Brand bi dilxwazên weqfa Heyva Sor re ji bo Kobanê alîkarî kom kir.

Li paytexta Îngilîstan Londonê, nêzî 60 hezar kedkar bi daxwaza zêdekirina heqdestên xwe çalakiyek lidar xistin. Di çalakiya ku ji aliyê Kongreya Sendîkayên Karkeran (TUC) ve hat lidarxistin de, bi deh hezaran kesî, jêbirên hikûmetê protesto kirin û xwestin heqdestên kedkaran bên zêdekirin. Bi deh hezaran kedkarên li Embakmentê civiyan, heta Hyde Parkê meşiyan û li vir mîtîngek lidar xistin.

Bi armanca destekkirina kedkaran, komedyenê Îngilîz ê navdar Russel Brand jî tevlî çalakiyê bû. Brand di çalakiyê de bi dilxwazên Heyva Sor a Kurdistanê re, ji bo Kobanê ya zêdeyî meheke rastî êrîşan tê bexş kom kir. Russel Brand da xuyakirin ku ew rewşa li Kobanê ji nêz ve dişopîne û got, "Ez şervanên li Kobanê li ser navê mirovahiyê li ber xwe didin, silav dikim" û ji bo demekê bi qutiya bexşînê ya Heyva Sor geriya û alîkarî kom kir.

Sekreterê Giştî yê TUC'ê Frances O'Grady di mîtînga li Hyde Parkê axivî û got, "Li dû bernameya herî demdirêj a teserûfê ya dîroka Qraliyeta Yekbûyî, divê bi başbûna aborî de heqdest bê zêdekirin. Li vî welatî, rayedarekî payebilind 175 qat ji karkerekî zêdetir qezenç dike."

Li gel meşa Kongreya Sendîkayên Karkeran (TUC) a li paytext Londonê, li Glasgow û Belfastê jî bi heman armancê meşên protestoyî hatin lidarxistin.