Rojnivîsa orjînal a Anne Frank a bi Flamanî li ser înternetê ye
Versiyona orjînal a rojnivîsa Anne Frank a bi Flamanî, ku li kampên komkirinê yên Elmanya Nazî de roja 1'ê Çileya 1945'an hat qetilkirin, li Fransayê li ser înternetê hat weşandin.

Rojnivîsa Anne Frank ji aliyê parlamentera Fransayê Calvados Isabelle Attard û profesorê ragihandinê Olîvîer Ertzscheîd ve li ser înternetê hat weşandin. Attard û Ertzscheîd versiyona Flamanî ya orjînal a rojnivîsê weşandin anîn ziman ku di ser mirina Frank re 70 sal derbas bûne û li gorî qanûnên Fransa û Ewropayê, dema qedexeya li ser weşandinê tijî bûye.
Profesorê ragihandinê Olîvîer Ertzscheîd bal kişand ser girîngiya weşandina rojnivîsa dîrokî li qada cemaweriyê û li rûpela xwe ya blogê temamiya rojnivîsê weşand. Ertzscheîd da xuyakirin ku ji 1'ê Çileya 2016'an û pê ve pêşî li weşandina versiyona orjînal a pirtûka 'Şerê min (Meîn Kampf) a lîderê Nazî Adolf Hîtler, vedibe.
Ertzscheîd di meha Cotmehê de versiyona Fransî ya rojnivîsa Anne Frank li bloga xwe weşandibû, lê belê ji ber sedemên qanûnî neçar mabû rake.
Parlamentera Keskan a Ekolojî ya Ewropayê (EELV) Calvados Isabelle Attard jî diyar kir ku di çarçoveya 'têkoşîna li dijî xwemalîkirina agahiyan' wan biryar dane ku rojnivîsê biweşînin.
Anne Frank a ji malbateke Yahûdî, li yek ji kampên komkujiyê yên Elmanya Nazî li Bergen-Belsenê di 1'ê Çileya 1945'an de jiyana xwe ji dest dabû.