Rojnamevanên hatin binçavkirin serbest hatin berdan

Rojnamevanên hatin binçavkirin serbest hatin berdan

Rojnamevanên ji herêma Kobanê Mustefa Balî û Xizna Nebî ku ji aliyê leşkerên Tirk li Pirsûsa Rihayê hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan.

Îro ji ber rewşa şer û pevçûnên dijwar ku li Kobanê rû dan 223 welatiyên sivîl  ên herêma Kobanê di nav de rojnamevan berê xwe dan Bakûrê Kurdistanê di deriyê sînor ê Murşitpinarê re derbas bûn.

Di dema derbasbûnê de rojnamevan Mustefa Balî, Rojnamevan Xizna Nebî, Serokê Saziya Malbatên Şehîdan ê herêma Kobanê Mihemed Seîd û kesekî din ku navê wî hat zanîn ji aliyê leşkerên Tirk ve hatn binçavkirin. Piştî lêpirsînan Mustefa Balî, Xizna Nebî, Mihemed Seîd û kesê din serbest hatin berdan.